• DOLAR 32.251
  • EURO 35.002
  • ALTIN 2418.465
  • ...
Yekîtîya Desteka Navneteweyî Ya Ji Bo Filistîn û Qudsê banga domandina xwepêşanan kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Buroya Çapemenîyê ya Yekîtîya Desteka Navneteweyî ya Ji Bo Filistîn û Qudsê  ji ser medyaya civakî derbarê mijarê de vîdyoyek weşand. Di vîdyoya ku hat weşandin de ji Mislimanan hat xwestin ku bi hasttaga bi navê "ضد_الصفقة_والتطبيع#" (em li dijî Peymana Sedsalê û dengknekirina li dijî peymanê ne ) destekê bidin Filistînîyan û meseleya Quds û Filistînê di rojevê de bê girtin.

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de wisa hat gotin: “Piştî ew qas felaket, îşxal, polîtîkayên cihûkirinê û dîwarên cudaker ên ku hatin lêkirin re çi di holê de mabe tê xwestin bi ‘Peymana Sedsalê’ ji Filistînîyan bê standin. Hinek  hikûmetên Ereban  dengê xwe ji vê peymanê re nekirin û xweşa wan çû. Lê gel xwe berdan kolanan û qêrîyan ku ew ê zerreyeke axên Filistînê bi dev kesî de bernedin. Ey gelên azad ên Ummeta Îslamê! Em wek Yekîtîya Desteka Navneteweyî ya Ji Bo Filistîn û Qudsê bagn li we dikin, vê helwesta xwe ya ji bo Quds û Filistînê bidomînin û destekê bidin xebata me ya 'ضد_الصفقة_والتطبيع#”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir