• DOLAR 32.85
  • EURO 35.173
  • ALTIN 2447.119
  • ...
Tevgera Ensarullahê daxuyand ku ew li 3 keştîyan operasyon li dar xistine
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Tûxgeneral Yehya Serî, îfade kir ku ew li dijî 3 keştîyan 3 operasyonan li dar xistine, di operasyona ewil de, di Behra Makranê de ji keştîya MSC ALEXANDRA ya aîdê rejîma îşxalkeran re gelek fuzeyên balîstîkî şandine û keştîyê hedef girtine.

Serî, diyar kir ku ew di operasyona duyemîn de jî li Behra Sor keştîya "YANNIS"a Yunanan bi balafirên bêmirov yê hewa û fuzeyan hedef girtine.

Rayedarekî Yemenî jî destnîşan kir ku ew li Behra Spî keştîyeke bi navê "ESSEX" bi fuzeyan hedef girtine. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir