• DOLAR 32.817
  • EURO 35.218
  • ALTIN 2452.117
  • ...
Ji Ben-Gvîrê wezîrê îşxalê êrîşa li ser Qudsê û daxuyaniyên kustex
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Itamar Ben-Gvîrê siyonîst îşxalker digel parastina polêsan bi tevî niştecihên dagîrker êrişî Mescida Eqsayê ya li nav axa îşxalkirî kir.

Ben Gvîrê ku piştî ku hin welat Dewleta Filistînê nas bikin provokasyonek wiha kir, li vir jî daxuyanî da û bertek nîşan da.

Ben Gvîr gotinên provokatîf kir û got ku axa Mescîda Eqsayê “ji bo gelê Îsraîlê cihê herî pîroz e û tenê ya Îsraîlê ye”.

Ben Gvîr bi îdiaya ku welatên ku dewleta Filistînê nas dikin "xelatan didin qatil û êrîşkaran" got, "Ew destûrê nadin ku dewleta Filistînê bê îlankirin."

HAMAS: Êrîşa Ben Gvîr a li ser Mescîda Eqsayê kiryareke êrîşkar e ku sotemeniyê li agir zêde dike

Tevgera Berxwedana Îslamî HAMAS'ê ragihand ku êrîşa Wezîrê Siyonîst ê faşîst Itamar Ben Gvîr danê sibehê li ser Mescida Eqsayê kiryareke êrîşkar e û agir gurr kiriye.

HAMAS di daxuyaniya xwe de bang li girseyên gelê Filistînê yên li Quds, Şerîeya Rojava û herêmên hundir ên îşxalkirî kir ku li dijî kampanyaya Cihûtiyê ya sîstematîk a li dijî Mescîda Eqsayê bisekinin, têkiliyên xwe xurt bikin, biçin û li wir bimînin, ji bo têkbirina hemû hewldanên cihûkirina herêmê.

Tevgerê her wiha ji Komkara Dewletên Erebî û Rêxistina Hevkariya Îslamî xwest ku li hemberî tehdîdên siyonîstan li ser Mescîda Eqsayê û hemû pîroziyên îslamî û filehan bi bandor tevbigerin.

Ben Gvîr ji destpêka şerê qirkirinê yê ku nêzî 8 meh berê li Xezzeyê ji aliyê îşxalkeran ve hatibû destpêkirin, îro danê sibê êrîşî Mescida Eqsayê kir.

Ev wekî çaremîn êrîşa Ben Gvir li ser Mescîda Eqsayê hate tomar kirin ji dema ku wî di dawiya 2022 de wezîr bû. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir