• DOLAR 32.788
  • EURO 35.16
  • ALTIN 2457.99
  • ...
Li Cenînê hejmarê şehîdan derket 8an birîndar jî gihaştin 21an
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezareta Tenduristî yê Fîlîstînê, daxuyand ku li Cenînê hejmarê şehîdên ku ji teref êrîşa îşxalkeran ve şehîd bûne derket 8an, hejmarê birîndaran jî derket 21 kesan.

Çavkanîyên tibbî, destnîşan kirin ku Dr. Useyd Kemal Cebbarîyê pisporê cerrahî yê Nexweşxaneya Dewlet a Cenînê ye jî dema ku diçû nexweşxaneyê şehîd ketîye.

Mirovên ku bûyerê dîtin diyar kirin ku di navbera şehîdan de mamoste, xwendekar û doxtor jî hebûne.

Komeleya Hîva Sor ragihand di êrîşa îşxalkeran a li dijî Cenînê de terorîstan astengîyê derxistine ku bila ekîban biçin herêma El-Xebzê û midexeleyî birîndaran bikin.

Doh ji teref Wezareta Tenduristî yê Fîlîstînê ve hatibû daxuyandin ku di encama êrîşa li dijî Cenînê de 7 Fîlîstînî şehîd bûbûn, du jê giran 9 kes jî birîndar bûbûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir