• DOLAR 32.788
  • EURO 35.16
  • ALTIN 2457.99
  • ...
Heniye ji bo beşdarî merasîma cenazeyê Reîsî bibe hat Tehranê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref HAMASê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku Heniye ji ber wefata Serokomarê Îranê bi heyeteke ji pêşengên tevgerê re hat Tehranê.

Hat diyarkirin ku serokê tevgerê û heyeta pê re dê beşdarî merasîma cenaze ya ku li paytexta Îranê didome bibin.

Di vê navberê de hat ragihandin ku Heniye bi Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Ayetullah Elî Xamaneî re hevdîtin pêk anî. Muhammed Muxbirê ku li şûna rehmetî Reîsî wekî wekîl hat tayînkirin jî di civînê de amade bû.

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Wezîrê Karên Derve Huseyîn Emîr Ebdullahiyan, waliyê Azerbaycana Rojhilat Malik Rehmetî û Îmamê Îniyê yê Tebrîzê Ayetullah Seyîd Mihemed Elî El Haşim roja Yekşemê di encama ketina helîkopterê de wefat kirin. Hat ragihandin ku her 9 kesên di helîkopterê de bûn canê  xwe ji dest dane. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir