• DOLAR 32.268
  • EURO 34.84
  • ALTIN 2455.753
  • ...
Karwana Hêvîyê ya Bêdlîsê berya Remezanê ji 150 malabatan re alîkarîya xwarinê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Karwana Hêvîyê, xeyn li Tirkîye li 20 welatan zêdetir jî alîkarîyên xwe dike û ji mexduran re dibe hêvî.

Li Bêdlîsê jî bi alîkarîya xêrxwazan ji 150 malbatan re alîkarî kir. Kolîyên ku hatine amadekirin, ji edresên ku di pêşî de hatibûn tespîtkirin re hatin belavkirin.

Îsmaîl Elbanê Temsîlkarê Bêdlîsê yê Weqfa Karwana Hêvîyê derheqê alîkarîyê de daxuyanîyek da û di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku ew ji 150 malbatan re di qîmeta 45 hezar TLyê de alîkarî belav kirine.

Elban di axavtina xwe de weha got, “Em ê bi alîkarîyên xêrxwaz û karsazên me him di meha Remezanê de him jî di mehên dinê de ji bona ku alîkarîyên xwe bikin xebatê bikin. Em daîma vê tiştê dibêjin, em di navbera xêrxwazan û mixtacan de pirekî ne. Em e yek xêra wî ji wî digrin û ev ê dinê jî ixtîyacîya wî dibînin. Di pêşîya me de meha Remezanê heye, Em ê zikatên xwe bidin û xêran bikin. Em xeyn di meha Remezanê de wan mixtacan neynin bîra xwe. Salê 12 meh îxtîyacîyên wan hene. Ji ber vê yekê em bêvîya alîkarîya xêrxwaz û karsazan in. Em hemû bi hev dû re di nav xîretekî de bin ku di vê meha Remezanê de şorbeyekî germ bibin li ser sifra wan mixtacan.” (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir