• DOLAR 32.272
  • EURO 35.057
  • ALTIN 2507.634
  • ...
li Nexweşxaneya Şîfayê, 3. gora komî ya siyonîstên îşxalker hat dîtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyaniya ku ji teref Ofîsa Çapemenîya Hikumeta li Xezzeyê ve hat dayîn de der barê xebatên ku li Nexweşxaneya Şîfayê tên kirin de agahî hatin dayîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ekîbên tenduristiyê heta niha gora komî ya 3'yemîn a li kampusa Nexweşxaneya Şîfayê tesbît kirin û heta niha cenazeyên 49 Filistîniyan ji vir hatin derxistin, xebat dewam dikin."

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku gelek Filistînî ji aliyê rejîma îşxalker ve hatin binçavkirin û windakirin û wiha hat gotin: "Kar neqediyaye û em li bendê ne ku bi dehan cenazeyên nû bên derxistin." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir