• DOLAR 32.229
  • EURO 35.159
  • ALTIN 2508.88
  • ...
Rejîma sîyonîst: Di 24 seetên dawî de me li zêdetirî 100 cîhan xist
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komkujî û jenosîda rejîma îşxalker a sîyonîst a li dijî Xezzeyê bênavber didome.

Li daxûyaniya ku ji aliyê artêşa qaşo ya rejîma sîyonîst hatiye kirin, hat ragihandin ku êrişên bejayî li rojhilata Refahê ya ku nêzîkî 1.5 milyon kes ji ber êrişan li Xezzeyê xwe spartine dewam dikin.

Hat diyarkirin ku di nava 24 saetên dawî de bi balafirên şer û balafirên bêfirokvan ên çekdar li zêdetirî 100 cihî êrîşên hewayî hatine kirin.

Hat îddiakirin ku herêmên ku lê hatine xistin aîdî Tûgayên Îzzeddîn el-Qassam ên mila leşkerî yê HAMASê ne.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiye ya li Xezzeye ji meha cotmehe vir va 14 hezar u 944 zarok, 9 hezar u 849 jin di nav wan da giştî 34 hezar u 789 kes şehid ketin, 78 hezar u 204 kes ji birindar bûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir