• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Xelîlê Endamê Cemîyeta Alimên Filistînê: Em mecburin ku neslekî wek Seleheddîn Eyyûbî perwerde bikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Yekîtîya Alimên Misilman yên Cîhanê û Yekîtîya Alimên Filistînê ve dawîya hefteya meha Recebê ku şeva Mîracê jî di nav xwe de dihewîne “Hefteya Qudsê ya Cîhanê” hatîye îlankirin. Ev hefte li Tirkîye û li çar alîyê dinyayê bi bernameyan, bi coş û şahî tê tertîpkirin.

Bernameya ku xelq gelek eleqe nîşan dan li Navenda Komara Ordeklî Osmangazîya Navend hat tertîpkirin.

Bername bi pêşkêşkerîyê Emrullah Kaymaz hat destpêkirin û bi xwendina Qurana pîroz dest pê kir.

Zekerîya Xelîlê Endamê Cemîyeta Alimên Filistînê jî ji bernameyê re bi axivker beşdar bû û derheqê muhîmtîya wê rojê de axivî, di axavtina xwe de destnîşan kir, lazim e ku em ji bona hurîyeta Mescîdî Eqsayê him bi meddî him jî bi menewî xebat bikin, peyxemberê me ji Mescîdî Heramê heta Mescîdî Eqsayê re hatîye birin, xwedî derketina Mesdîcî Eqsa ji bona Misilmanan wezîfeyek e.

“Lazim e ku neslekî wek Seleheddîn Eyyûbî bê perwerdekirin”

Xelîl di axavtina xwe de qala Mescîdî Eqsa yê ku di Îslamê de cîhê wî gelek bilind e kir û weha got, “Xwedê Teala wî ‘erdî  kiriye‘erdekî miqeddes. Ji ber ku Mescîdî Eqsa di bin îşxalê da ye Misilman jî di bin zilmê da ne.” Ji ber ku em yek nînin ji ber vê yekê ummet di vê rewşê da ye. Dema ku em neslekî yê wek Seleheddîn Eyyûbî perwerde bikin em ê karibin Mescîdî Eqsayê bighêjînin azadî û hurrîyetê.”

Bername bi kirina duayê bi dawî bû. (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir