• DOLAR 32.268
  • EURO 34.84
  • ALTIN 2455.753
  • ...
Ji Karwana Hêvîyê ji herêma erdhejê re alîkarîya xwarin û goştê sor
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref temsîlkarîya Hetayê ya Karwanê Hêvîyê ve, li navenda Hetayê ji erdhejzedeyên ku ji edheja 6ê Sibatê tesîrdar bûbûn ra alîkarîya goştê sor û kolîya xwarinê belav kir.

Temsîlkarê Hetayê a Karwanê Hêvîyê Necîp Oner, diyar kir ku ew ji mihtacan re xwarin û goştê sor belav kirine.

“Ji serê bajarên ku ji erdhejê tesîrdar bûne ya herî zêde tesîrdar bûye Hetay e”

Oner di axavtina xwe de weha got, “Em wek Karwana Hêvîyê ji 6ê Sibatê a roja erdhejê heta niha di sehayê de ne. Ji serê 11 bajarên ku ji erdhejê tesîrdar bûne ya herî zêde Hetay tê. Di erdhejê de welatîyên me yên ku dikanên xwe, malên xwe û malbatên xwe winda kirine hene. Bawerîya me ji me re emir kirîye ku xwedî li birayên xwe derkevin û wan biparêzin. Em jî ji ber ku Misilmanên ev wezîfeya xwe bicîh tînin û ji ber vê yekê derketine rê. Em ji xêrxwazan dixwazin ku bira herêmê bîrva nekin û me jî tenê nehêlin.” (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir