• DOLAR 32.191
  • EURO 35.002
  • ALTIN 2505.68
  • ...
Li Iraqê xwepêşandanan cardin ketin nav herêma parlamentoyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîgirên Sadr ên ku li hember namzadbûna Muhammed Şîya es-Sudanî ê ku namzedê serokwezîrê Derdorê Koordînasyona Iraqê ye disekinin, cardin dest bi çalakîyên xwe kirin.

Xwepêşandanan, barîkatên betonên ku diçe derê Herêma Kesk ku li wê derê avahîyên serfîrên xerîb û avahîyên fermî yê Iraqê hene bi benan xera kirin.

Hat destnîşankirin ku hêzên ewlehîyê jî bi bombeyên xazan û bi bombeyên dengan midexele li çalakî û protestoyan dike.

Xwepêşandanan, banga fesihkirina parlementoyê û hilbijartineke zû yê nû bê kirin dikin.

Mustafa el-Kazimîyê Serokwezîrê Iraqê, ji hêzên ewlehîyê re bang kir ku bila xwepêşandanan biparêzin û daxwaz kir ku bila xwepêşandanan jî wê çalakîya xwe di nav aştîyê de bidomînin.

Xwepêşandanan, roja Çarşemba borî, parlamentoyê bidestxistibûn û bi emrê Sadr ji herêmê derketibûn. Roja Înê jî ofîsa Bexdayê ê Partîya El-Hîkma yê di bin serokatîya Ammar el-Hakîm de ye hatibû dorpêçkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir