• DOLAR 32.194
  • EURO 34.982
  • ALTIN 2512.06
  • ...
Li Pakîstanê ji ber lehîyê 19 kes canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li wîlayetên Belucistan û Xayber Paxtuxwanê baran gelek zêde dibare.

Ji teref rayedaran ve hat daxuyandin ku li Belucistanê 9 kesên ku ji malbatekî ne ji ber lehîyê canê xwe ji dest dan.

Li wîlayetê ji 565 kîlometreyî zêdetir rê zirarê dît û gelek ‘erd jî di bin avê de man. 17 hezar û 500 kesên ku ji barana zêde tesîrdar bûn jî hatin tehlîyekirin.

Ji ber ku rêya trênê ê ku di navbera Ketta û Îranê ye jî zirarê dît, tîcareta her du welatan jî hat sekinandin.

Hat diyarkirin ku li wîlayeta Xayber Paxtuxwanê jî 10 kes ji ber hilweşîna xanîyan û lehîyê canê xwe ji dest dan û 17 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir