• DOLAR 32.236
  • EURO 34.961
  • ALTIN 2412.192
  • ...
Otomobîlfiroşan: Zêdebûna faîzê bandorek neyînî li bazirganiyê dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bazara wesayîtên desta duyemîn sekinîye. Otomobîlfiroşan diyar kirin ku bazirganiya wan sekinîye û gotin ku ew nikarin bazirganiyê bikin. Mîna gelek sektorên din ên wekî aborî, polîtîkaya faîzê, pîşesaziya otomobîlan jî bandorek neyînî dît.

Esnafên otomobîlfiroşan diyar kirin ku bi mehane firotina wesayîtên nû û yên desta duyem sekinîye û ev pirsgirêk ji ber zêdebûna faîzê derketiye holê.

"Kêmkirina faîzê wê bazirganiyê teşwîq bike"

Serokê Kooperatîfa Hilberînerên Galeriya Nû ya Şanliurfayê Cevher Taş ji ÎLKHAyê re axivî û got ku, “Endamên kooperatîfa me tên û gazinên xwe tînin ziman. Di aliyê duyemîn de jî berê gelek zêdebûn hebû û piştre dest bi kêmbûnê kir. Piştî ketinê sabît dimîne, lê ji esnafan xwîn diherike. Bazirganî çênabe. Ji bo ku bazirganî çêbibe, divê faîz dakeve. Ji ber ku faîz zêde dibin, mirov berê xwe didin faîzê. Ji ber vê yekê bazirganî tune. Kêmbûna faîzê bazirganiyê teşwîq dike.”

"Mirov li şûna ku otomobîl bikirin, pere radizînin ji faîzê re"

Taş banga kêmkirina faîzê kir û wiha got:

“Hêviya me ji dewletê; kêmkirina faîzê ye. Ger bikeve wê karsaziya esnafan vebe û wê bazirganiyê bikin. Wê dan û standin çêbibe. Mirov li şûna ku otomobîl bikirin, pere radizînin ji faîzê re. Dema ku ez bi midûrê bankê re hevdîtin kirim, got ji sedî 80ê gelê Rihayê ji bo faîzê pere razandine. Em nikarin wesayîtan biguherînin ji ber ku em nikarin bifroşin. Wesayîta ku me 7-8 meh berê kirî hê jî di destê me de ye. Firotin nîne.”

"Tu kirîn û firotina me tune ye"

Mustafa Çakmak destnîşan kir ku bazar sekinîye û wiha dewam kir:

"Niha bazar sekinîye. Piyaseya kirîn û firotinê bi tevahî sekinîye. Faîzên krediyan gelek zêde bûne. Kirîn û firotina me tune. Bazar giran e. Dema ku me heftane 10 erebe difirot, niha em daketine mehane 1-2 erebeyan."

"Ji ber sekinandina bazarê em nikarin bikirin û bifiroşin"

Çakmak diyar kir ku ew nikarin bi rihetî wesayitekê bikirin werê got:

"Hikûmetê di warê noter, kirîn û bacê de gelek zext li me kir. Berê mişterîyek dikaribû bi rihetî wesayîtek bikira. Niha ji ber faîzê li bankê radizîne, li şûna ku ew wesayitê bi nirxê 1 milyonî ji me bikire, di bankê de radizîne û perê wê bi di cihê xwe de disekine. (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir