• DOLAR 32.995
  • EURO 35.801
  • ALTIN 2528.57
  • ...
Li Stenbolê taksî û otomobîlek li hev qelibîn: 2 jê giran 4 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza li Kolana Kurtkoy Yildirim Beyazît pêk hat. Otomobîla ku ji Kolana Yildirim Beyazît dihat û teksiya bazirganiyê ya ku ji Kolana Orhanli dihat li hev qelibîn.

Di encama qezaya ku pêk hat de 2 jê giran 4 kes birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê, îtfaiye û polêsan hat sewqîkirin li herêmê.

Kesên birîndar ên ku di wesayîtê de asê mabûn ji teref îtfaiyeyê ve hatin derxistin û teslîmî ekîbên tenduristiyê hatin kirin.

Piştî alîkariya ewil birîndar bi ambûlansê hat rakirin nexweşxaneyê. Hat hînbûn ku rewşa 2 birîndaran giran e.

Di heqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA) 



Bu haberler de ilginizi çekebilir