• DOLAR 32.304
  • EURO 34.865
  • ALTIN 2452.076
  • ...
"Dê Xerb hewl bide da ku vê êrîşê xef bike"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrê Karûbarên Derve Mevlut Çavuşoglu ji êrîşa kimyayê ya ku li Îdlîbê hat lidarxistin û di encama êrîşê de herî kêm 100 kes jiyana xwe ji dest dane û bi sedan kes jî birîndar bûn re bertek nîşan da.

Çavuşogluyê ku ji bo hinek temasan çûbû Ispartayê li wir pirsên endamên çapemeniyê bersivand û diyar kir ku ev êrîş sûceke mirovahiyê ye.

Çavuşoglu wiha axivî: “Ev sûceke mirovahiyê ye û divê ku cezayeke vê yekê hebe. Xerba ku berê ji êrîşên wiha re dengê xwe dernedixist, kesên ku hewl didin dersa mirovahiyê bidin ez bawer im dê dîsa hewl bidin ku vê yekê bidin xefkirin. Ev yek ji bo me nayê qebûlkirin. Dibe ku ev yek pêvajoyê heba bike.” (ÎLKHA) 

Bu haberler de ilginizi çekebilir