• DOLAR 32.207
  • EURO 35.01
  • ALTIN 2444.161
  • ...
Rejîma sîyonîst 20 filistînî yên ku di nav wan de zarokek 8 salî jî hebû êsîr girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyaniya nivîskî ya hevpar a Komeleya Girtiyên Filistînê û Komîteya Karûbarên Girtiyan a Filistînê ya girêdayî Rêxistina Rizgariya Filistînê da hat destnîşankirin ku rejîma sîyonîst li herêmên curbecur ên Şerîeya Rojava ya îşxalkirî êriş pêk anîn.

Hat diyarkirin ku leşkerên qaşo yên rejima îşxalker a siyonîst di êrîşên bajarên Tulkerîm, Nablus, Tubas, Cenîn, Ramallah û El Xelîlê de 20 filistînî êsîr girtine.

Hat ragihandin ku di nava kesên ku hatine êsîrgirtin de keçeke ciwan, zarokek 8 salîyê birîndar û êsîrên ku berê hatine berdan jî hene.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrîşên malan de kesên êsîr hatine girtin û malbatên wan rastî lêdan û gefan hatine û malên wan jî tehrîp kirin.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku hejmara Filistîniyên ku ji 7ê cotmehê vir va dema ku rejîma sîyonîstî li dijî gelê Filistînê dest bi operasyonên tolhildanê yên sîstematîk kir, derket 8 hezar û 610an. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir