• DOLAR 32.204
  • EURO 35.053
  • ALTIN 2515.899
  • ...
HUDA PAR êrîşa kimyayî ya li Îdlîbê şermezar kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyaniya ku ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hat dayîn de êrîşa kimyayî ya ku li bajarê Îdlîba Sûrî hat lidarxistin hat şermezarkirin.

Di daxuyaniya ku ji teref HUDA PARê ve hat dayîn de hat diyarkirin ev çendîn sal e dihel agirbest, hevdîtinên aştiyê zulm û qetlîamên li Sûrî didomin. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Carinan ji teref hêzên rejîmê; carinan ji teref Ûris, DYA û hêzên çekdar ve gelek belengaz tên qetilkirin û li dijî mirovahiyê sûcên mezin dikin.”

Daxuyanî wiha hat domandin: “Di vê qetlîama ku gelek siwîl mirîne de mesele nîne ku kî, çawa û bi çi binasiyê kiriye. Mazeret û binasiya qetlîamê tune. Xweda rehma xwe li kesên ku di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest dane bike û silametî bide birîndaran. Em kesên ku vê êrîşê lidar xistine tel’în dikin û ji Xweda temenî dikin ku ev zulma gelê Sûrî dijî demildest were rawestandin.” (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir