• DOLAR 32.205
  • EURO 35.054
  • ALTIN 2526.175
  • ...
Li Diyarbekirê du operasyonên cuda 536 kîlo esrar 994 maddeyê tiryakê hat bidestxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Fermandariya Cendirmeyan li navçeya Licê ji bo ku têkiliya di navbera PKK û kesên ku hilberîn û bazirganiya tiryakê dikin bi delîlên berbiçav eşkere bike operasyonek li dar xist.

Di operasyona ku li Meheleya Yorulmaz û Yalaza yê hat kirin de 536 kîlo esrar hat bidestxistin.

Li ser agahiya ku wê hebên tiryakê bînin baxçeyê Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî operasyonek cuda hat kirin.

Di encama operasyona hat kirin de 994 heb hebên tiryakê hatin bidestxistin.

2 şikdarên bi navê E.T. û A.U ji teref meqamên adlî ve hatin girtin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir