• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Êrişa işxalkerên sîyonîst ê li dijî Rafahê li ber Balyozxaneya Amerîkayê hat protestokirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref sîyonîstan ve li dijî 50 cihên bêhtir a Refahê ya ku 1,5 mîlyon kesên ji êrîşên Xezzeyê revîyana û xwe stirandina wir êrîşên asîmanî hat kirin.

Ev êrîş weke li her derê dinyanê li Enqereyê jî hat protestokirin.

Enqereyiyên ku bi pêşengîya Platforma Piştgirîya Filistînê ya Enqereyê kom bûbûn, êrîşa îşxalkerên sîyonîst a li ser bajara Refahê ya Filistînê, bi daxuyaniya çapemenîyê ya li ber Balyozxaneya Amerîkayê ya şirîkê jenosîd û qetlîamên rejîma îşxalker a sîyonîste, protesto kirin.

Di daxuyaniya çapemeniyê de ku gelek caran tekbîr hatin xwendin û slogan hatin gotin de hat dîtin ku hin welatî hêstiran dibarînin.

Berîya daxuyaniya çapemeniyê Îsmaîl Mansûr Ozdemîr ser navê ONDER, Harûn Ozkaraş ser navm Kona Berxwedanê, Salîh Guzel ser navê Weqfa Evîndarên Pêxemberê Enqereyê û Levent Uslû jî se navê Memur-Senê axaftinan kirin.

Ser navê Platforma Piştgirîya Filistînê ya Enqereyê Haci Bayram Şahînê Serokê Şaxa Enqereyê ya ÎHHyê axaftinek kir.

Şahîn di axaftinê de got ku, “Em weke Platforma Piştgirîya Filistînê ya Enqereyê ev 214 rojin ku ji bo lanet anîn, protesto kirina îsraîlê kujer û piştgirîya birayên xwe yên Xezzeyî di her platform û her qadane. Bi xort û pîran, pîrek û zarokan, bi zilaman em di meydanan de li cem mazlûman e. Resûlê Xweda eleyhîsselam dibêje ku wexta hun xerabiyeke dîtin bi 3 şiklan pêşî lç bigirin. Şikla ewil a ku rast kirina bi destane aniha qeweta me nagihîje. Lê belê hatina bi vê derê re em gotineke Resûlê Xweda bi cîh tînin. Yanî em ji zalim re zalim û ji xirab re jî xirab dibêjin.”

Çalakiya protestoyê bi duayên hat kirin bi dawî bû. (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir