• DOLAR 32.266
  • EURO 34.841
  • ALTIN 2452.84
  • ...
 "Riya herî baş a xelasbûna ji tiryakê naskirina Qur'anê ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

M.A.yê ku li Dîlokê dijî berî niha rajêriyê madeya hişbir bû. M.A. li gor ku ew dibêje gelek caran tedawî bû da ku ji vê illetê xelas bibe, lê belê tu tedawî feyde neda wî heta ku ew Qur’anê  û şexsiyetên Îslamî nas kir êdî jiyaneke nû derket pêşiya wî û ew dev ji bikaranîna tiryakê berda.

M.A. serpêhatiya xwe ya  destpêkirin û xelasbûna ji tiryakê ji ÎLKHAyê re vegot.

M.A. di destpêka axavtina xwe de destnîşan kir tiryak zêdetir li semtên derdora bajêran tê bikaranîn û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Min bi xwe jî li van semtan dest bi emelkirina tiryakê kir. Kesê ku dikeve vê çiravê haya wan jê tuneye ku di nava çi xeterê de ne. Tiryak hema hema li her derê bi şikleke pir rehet dikare bê temînkirin.  Pêwîst e bi wan kesên ku ticareta vî karî dikin û  pêwîst e bi wan sedemên ku berê xortan didin vê yekê re mucadeleke cîddî bê kirin.”

 “ Tiryak nexasim ji teref PKKê ve ji taxê re tê anîn”

M.A. di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir kesên ku taciriya tiryakê dikin PKKyî an jî sempatîzanê PKKê ne. M.A. dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Kesê ku vî karî dikir min wan nas dikir.  Ji hinek deran jî ji van re tiryak dihat. Nexasim ji teref PKKê ve tiryak dihat anîn. Taxên ku PKKyî lê zêde hene tiryak gelek tê firotin.”

“Riya herî baş a xelasbûna ji tiryakê naskirina Qur’anê û şexsiyetên Misliman e”

M.A. di berdewama axavtina xwe de diyar kir tu kes naxwaze bikeve vê belayê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Divê di warê micadeleya bi tiryakê de zêdetir hewil bê dayîn. Kesên ku bi tiryakê emel dikin tu kes ji wan ji halê xwe nerazî ne. Ên ku ji bo kêfê pê emel dikin jî hene. Lê exlebeyê kesên ku pê emel dikin ji halê xwe nerazî ne. Ez bi xwe jî ji vê rewşê ne razî bûm. Riya herî baş a xelasbûna ji tiryakê naskirina Qur’anê ye. Her wiha li ba kesên Îslamî bûyîn û terkkirina hawirdorê jî rêya xelasbûna ji tiryakê ye. Însan dema van kesan nas dike bi van kesên xweşik û baş re diçe mizgeftê û Qur’anê dixwîne û ilmên Îslamî tehsîl dike. Dema mirov vê yekê dike bivê nevê ji tiryakê dûr dibe.”

“Tedawiya herî mezin Qur’ana Kerîm e”

M.A. di berdewama axavtina xwe de diyar kir kesên ku bûne mubtelayê tiryakê ji bo jê xelas bibin diçin navendên tedawiyê lê tu feydeyên wan nabînin. M.A. dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Tu feydeya navendên tedawiyê tuneye.  Tedawiya herî mezin Qur’ana Kerîm e. Tedawiya min bi xwe jî Qur’an bû. Qur’an di jiyana min de rûpeleke nû vekir. Her wiha ger ku malbat zarokên xwe teslîmî însanên Misliman bikin mişkîleyeke mîna tiryakê dê nemîne.”

“Polês muxbîrtiyê teklîf dikir”

M.A. di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir polêsan hinek hevalên wan ên ku bûbûn rajêrê tiryakê hewil didan bikin muxbîr  û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Bi tiryakê re mucadele tê kirin lê çareseriyeke eseh tuneye.  Hinek polês vê baş dizanin.  Heta hinek polês rê nîşanî wan didin.  Hetta ji teref hinek polêsan  ve kirina muxbîrtiyê teklîfî kesên ku bi tiryakê emel dikin tê kirin. Divê çareseriyeke eseh ji vê yekê re bê dîtin.”(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir