• DOLAR 32.267
  • EURO 34.754
  • ALTIN 2456.149
  • ...
 "Em dibînin ku hêj bi şikleke ciddî delîl nehatine berhevkirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn bi banga  Hevserokê Giştî yê HDPê Selahadîn Demîrtaş terefdarên PKK/HDPê xwe  berdebûn kolanan û Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hesen Gokgoz  bi wehşîyane qetil kiribûn.Îro 9emîn niştina  dozê li 2yemîn Mehkemeya Cezaya Giran a Enqerê hat dîtin.

Di doza ku di seat 10.00an de dest pê kir de Mecnûn Akkoyunê ku ji bersûcên dozê bû hat dîtin ku hewil dide niştinê provoke bike.Akkoyun  ji ber ku di salona mehkemê de van gotinan ‘Îro li dijî partiya me zext tên kirin, hevserokên me tên girtin, ez mehkemê nas nakim’ got ji mehkemê hat derxistin.Bersûcên din bi pergela SEGBÎSê parastina xwe kirin.

Necîp Kîbarê ji parêzerên muştekî yên doza Yasîn Boru destnîşan kir digel ku 9 nişt hatin kirin jî tê dîtin ku hêj bi şikleke ciddî delîl nehatine berhevkirin.

Piştî dîtina niştinê parêzerên muştekî yên dozê li ber edliyê di derheqê dozê de daxuyanî dan.Li ser navê hiqûqnasan Parêzer Necîb Kîbar  daxuyaniyê da.Parêzer Kîbar di daxuyaniya ku da de destnîşan kir ji ber ku di 6-8ê Cotmehê de Hevserokên HDPê û rayedarên DBPê xelkê teşwîqî îsyanê kirin hewadîseke bi êş qewimî.

“Em dibînin ku hêj bi şikleke ciddî delîl nehatine berhevkirin”

Kîbar di berdewama daxuyaniya ku da de wiha destnîşan kir: “Îro 9emîn niştina dozê hat dîtin, lê  em dibînin ku hêj bi şikleke ciddî delîl nehatine berhevkirin.Di dosyayê de bi şikleke eşkere tê dîtin ku delîl di dema qewimîna bûyeran de nehatine berhevkirin."

 “Gelek însan hatin qetilkirin, hatin şehîdkirin”

Kîbar di berdewama axavtina xwe de diyar kir di dosyayê de tê dîtin dozgerî, rayedar û wezîfedarên ewlehiyê di êrîşên 6-8ê Cotmehê de lêkolîneke baş  û cîdî ji bo berhevkirina delîlan nekirine û wiha li axavtina xwe zêde kir: “A niha 41 bersûc di vê dozê de tên darizandin, lê em hemû jî baş dizanin ku ji xeynî van bersûcan gelek bersûcên din jî.Lewra li gelek deran bûyer hatin derxistin.Gelek însan hatin qetilkirin, hatin şehîdkirin.Lê belê a niha tenê 41 kes tên darizandin.”

Kîbar di berdewama axavtina xwe qala sedema bênetîcemayîna dozê kir û wiha got: “Heta niha di dozê de gavek bi pêş ve nehat avêtin, lewra em dizanin sedema vê yekê wezîfedarên ewlehiyê, dozgerî û amîrên mulkî ne.Lewra heta niha em dibînin ku hêj bi şikleke ciddî delîl nehatine berhevkirin.Bi ya me ji bo ev kesên ku ji vê yekê re bûne sedem cezaya ku heq dikin bixwin divê di derheqê wan de jî tehqîqat bê vekirin.”

“Em ê bibin şopînêrên dozên Hevserokên HDPê yên ku ji ber bûyerên  6-8ê Cotmehê hatine girtin”

Kîbar di dawiya axavtina xwe de diyar kir ew ê bibin teqîbkarê doza Hevserokên HDPê yên ku hatine girtin û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Em ê bibin şopînêrên wan dozên Hevserokên HDPê yên ku ji ber bûyerên  6-8ê Cotmehê hatine girtin.Înşallah di wan dozan de  ji bo kesên sûcdar ên esil derkevin holê  wezîfedarên ewlehiyê, meqamên dozgeriyê bi hesas bin.Înşallah pirsgirêk û mişkîleyên ku îro di dosyaya vê dozê de derketine di wan dozan de jî dernekevin.”

Doza ku tê de 19ê wê girtî tevde 41 bersûc dihatin darizandin   ji teref mehkemê taloqî 5ê Berfanbarê hat kirin.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir