• DOLAR 32.226
  • EURO 35.002
  • ALTIN 2418.95
  • ...
17 sal e ku ji kesên muxtac re nan belav dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Firina Nan a Gulerê ya ku  li Batmanê digel alîkariya xêrxwazan ev 17 sal e ku di meha Remezanê de ji malbatên muxtac û feqîr re bêheq nan belav dike îsal jî dest bi belavkirina nanên bêheq kir.Li firinê her roj di navbera seat 16.00-17.00an de  nan tê belavkirin.

Xwediyê firinê Şerafettîn Yuce diyar kir ew di nava rojekê de nêzî 500 nanî belav dikin û wiha axivî: “Ev bû çend sal ku em di her meha Remezanê de bi alîkariya xêrxwazan nan ji kesên feqîr û muxtac re belav dikin.”

Yuce di berdewama axavtina xwe de di derberê alîkariya ku tê kirin de wiha axivî: “ Ev alîkariya ku tê kirin gelek zêde çêbû ku tê kirin.Berî me li vê derê hevalên me vî karî dikirin.Ji roja ku me firinê dewr standîye vir ve em vê karê belavkirina nan dikin.Her çiqas me xeber neda be derdorê jî di wextê belavkirina nan de bi sedan însanên feqîr li ber firinê kom dibin.Di vî warî de kesên xêrxwaz jî alîkariya me dikin.Ew alîkariyên kesên xêrxwaz dibe nan û ji kesên feqîr re tê belavkirin.”

Yuce di berdewama axavtina xwe de diyar kir digel hatine kesên Sûriyeyî hejmera kesên feqîr gelek zêde bûne û ew ji ber vê yekê di rojekê de nêzî 500 nanî belav dikin û hê jî têra feqîran nake.Ji ber vê pirsgirikê  Yuce ji kesên xêrxwaz alîkariyê teleb kir.

Yuce diyar kir ew sala borî 21 hezar nan belav kirine û ew hêvî dikin ev hêjmar zêde bibe.(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir