• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Şehîd Aytaç Baran li ber serê qebra xwe hat bîranîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Yenî Îhya-Derê û endamê HUDA PARê Aytaç Baran di salvegera şehadeta xwe de ji teref hezkiriyên wî ve li ser qebra xwe ya li Goristana Yenîkoyê hat bibîranîn.

Her çi qas hewa pir germ bû jî gelek kes beşdarê  bernameya bîranînê bûn. Di nava kesên ku beşdarî bernameyê bûn de Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu, Arîkarên Serokê Giştî Vedat Turgut, Saîd Şahîn û gelek nûnerên STKyan jî hebûn.

Xelkê ku ji bo bernameyê kom bûbûn bênavber tekbîr diavêtin  û sloganên mîna ‘Ji bo zaliman bijî cehennem,Ey Şehîd! Em ê rêya te bişopînin, Şehîd Aytaç rêya te rêya me ye.’ hatin gotin. Bername bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir.

Piştî tîlaweta Qur’anê Serokê Yenî Îhya-Derê Muzaffer Beber axavtinek kir. Beber di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir Şehîd Aytaç  bi rûkenbûn û exlaqa xwe ya xweş ji xortan re mînak bû û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Şehîd Aytaç  bi rûkenbûn û exlaqa xwe ya xweş ji xortan re mînak bû.Belê rast e veqetîna van çîçekên nadîde me xemgîn dike.Lê belê em bawer dikin ku ew digel lutf û îkrama Xweda di nava kêfxweşiyê de ne û  ew birayên wan ên ku li dûv wan mane jî  di rêya wan de bi cesaret û bi izzet dimeşin. Baş e gelo reşwa zalim û xaînan !Tiştê ku dikeve para zalim û xaînan zillet û sefaleta ebedî ye.Ya Rebbî tu bikî  nesîbê me ku em di rêya wan ezîzên ku di rêya te de canê xwe feda kirine de bimeşin û dîsa tu bikî nesîbê me ku em vê meşê bi şehadetê bixemlînin.Ya Rebbî wekî din tu temamê zaliman qehr û perîşan bikî.”

Piştî axavtina Beber, Serokê Platforma Karwana Şehîdan Omer Çelîk di derbarê girîngîya şehadetê de axavtinek kir û bername bi kirina diayan bi dawî bû.

Serokê Yenî Îhya-Derê Aytaç Baran piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê 2 rojan dema ji komeleya ku lê xizmet dikir hewl dida biçe mala xwe ji teref PKKyiyan ve  hatibû şehîdkirin.Baran zewicî bû û 3 jê kur tevde 4 zarokên wî hebûn.(ÎLKHA)







































Bu haberler de ilginizi çekebilir