• DOLAR 32.788
  • EURO 35.16
  • ALTIN 2457.99
  • ...
Ji Kovara Kelhaamedê ji panêla ku li Dîyarbekirê bê tertîpkirin re dawet
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ew ê di panela ku sibe di salona konferansa Camîya Selaheddînê Eyyûbî de bê tertîpkirin de, xebat û xizmetên ku kovara Kelhaamedê ji zimanê Kurdî re kirîye wê bê bidestxistin.

Di navbera axavtvanên panelê de mirovên muhîm hene.

Edîtorê Kelhaamedê Abdussamed Yalçin, akademîsyen Prof. Dr. M. Zahîr Ertekîn, nivîskar Vahdettîn Înce, akademîsyen Dr. Îbrahîm Dagilma û akademîsyen Dr. Hêmin Omer Ehmed wê di panelê de axavtinek lidarbixin.

Koordînatorê Herêmê yê Kovara Kelhaamedê Mehmet Baran derheqê panela ku ew ê sibe di seat 13.30yan de bê tertîpkirin de daxuyanîyan da, wî di daxuyanîya xwe de weha got:

“Sibe ew ê ji teref Kovara Kelhaamed ve li Diyarbekirê di warê kovarvanîya Kurdî de panelekê bê lidarxistin. Em temamê gelê xwe yê kurdîhez dawetî panela kovara xwe dikin.

Sibe ji teref Kovara Kelhaamedê ve li Diyarbekirê li Salona Konferansê ya Mizgefta Selahaddîn Eyyûbî di warê kovarvanîya Kurdî û zimanê Kurdî de panelek bê tertîp kirin.

Em wek Kovara Kelhaamedê ev bû 16 sal vê navber weşanê dikin û ew ji ber minasebeta salvegera destpêkirina weşanê ya kovara wan dê panelekê li dar bixin û em temamê gelê xwe yê kurdîhez  dawetî panela kovara xwe dikin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir