• DOLAR 32.889
  • EURO 35.188
  • ALTIN 2448.21
  • ...
Rêberê Cemaeta Hîzbullah Gumuş di derbarê Aytaç Baran da peyam weşand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Peyama ku hatiye  weşandin bi vê ayetê dest pê kir “Ji kesên ku di rêya Xweda de hatine kuştin nebêjin mirî ne,  Berevajî  ew zindî ne.”û wiha li peyamê hat zêdekirin: “Em di salvegera şehadeta Aytaç Baranê ku ji Musab bîn Umeyrên esra me ye îdrak dikin.Em ji şehîdê me yê ezîz re ji Xweda Teala rehmeteke bêresûbin û mukafateke bêhesap teleb dikin.”

 “Piştî şehadeta wî temamê xortan jê re bûn telebe”

Rêberê Cemaeta Hîzbullah di berdewama peyama xwe de wiha diyar kir “Me mana û mefhuma ayeta ku li jor qala wê hat kirin bi şikleke aşkere di şehadeta Aytaç Baran de dît. Aytaç bi şev û roj hewil dida û dixebitî û bi van hewildanên xwe xelkeyên dersan ên ku ji xortan pêk dihatin saz bie.Piştî şehadeta Aytaç Baran ew xortên ku di xelkeyan de tedrîsata Îslamî dikirin  jê re bûn telebe û jê dersa şehadetê girtin.Bi heman awayî ev xort ji bona di oxira doza xwe ya ezîz de mucadele bidin ezm û qerardariya xwe meztir  kirin.Ne tenê xort, em hemû ji dersa wî ya şehadetê re bûn telebe.”

“Aytaç ji bona ciwan ne kevin dafa şeytan û dostên wî bi şev û rojan hewil da”

Gumuş di berdewama peyamê de balan kişande li ser hewildanên Aytaç Baran ên ji bo ciwan nekevin dafa şeytan û dostên wî û wiha li peyamê hat zêdekirin: “Di wextê ku tê de  hêzên kufr û tuxyanê bi şikleke bêmerhemet li ser Cemaetê de dihat  û bi dek û dolab û planên cûr be cûr  dihat xwestin mensuban û nexasim xortan  biqutîfînin  û  wan ji sefên dozê dûr bikin de û di dewreke  ku  Misliman tê de di odeyên îşkence de li rasta îşkenceyên herî wehşîyane dihatin de, Aytaç Baran da ku xortên me nekevin dafa şeytan û hevalên wî  û ji bona îmana wan xortan bê parastin û ji bona ku di sefên dozê de şikestin çênebin bi şevûrojê xebitî û hewil da û li dora xwe xelkeyên xortan pêk anî. Tebesûmên wî yên di rûyê wî mîna heyva çardeşevî  de  di rûyê xortan de cihê xwe girtin.

Gumuş di berdewama peyamê de diyar kir Şehîd Aytaç Baran her tim ji birayên xwe yên derdora xwe re wiha digot “Heta ku çavên me yên ku divebin û tên girtin hebin heger di vê doza Îslamê de şikestin û parçebûn pêk bên  û Xweda nekî ev doz ji ber derbeyên dijminan bêhêz bibe ew ê wê demê tu sebeb û hinceta me li ba qeta Xweda tunebe da ku em xwe bi parêzin.” û Gumuş dû  re wiha li peyamê zêde kir: “Şehîd Aytaç xwe ji van derbeyên ku li ser dozê de dihatin re kir sîper û xwîna xwe ya pak ji bona doza Îslamê muhkem û qewitîr bibe da rijandin û ku ew bi vê ezm û qerardariya xwe mucadeleyeke ku pêwîst e xwedî doz bide nîşanî me da.”

 “Her xelkeyên ku hûn ê ji xort û ciwanan pêk bînin ew ê şeytan û dostên wî bêhêvîtir bike”

Gumuş di berdewama peyama xwe de ji xortan nesîhet kir da ku ji xwe re Şehîd Aytaç mînak bistînin û wiha pê de çû: “Di heyameke ku tê de kufr û tuxyan ji îmana xortan re bûne musallat  û hewil didin bi sed dek û dolaban wan ji şeytan re bikin leşker û di heyameke ku munkerat her derî girtiye de divê em jî wek Şehîd Aytaç Baran berê xwe bidin xortan û divê em li derdora wan bibin mîna perwaneyan.Ji bona ku em wan xortan bikin telebeyên Qur’an û sunnetê divê em jî bi şev û rojan hewil bidin.Em van yekan ji teleb dikin.Helkeyeke dersê yê ku ew ê ji wan xortan pêk bê şeytan û dostên wan bêhevîtir bike û ew ê bibe wesîl e em Rebbê xwe hinek din razî bikin û ew ê dîsa bibe wesîle ku sebr û Nusreta Îlahî di ser me de bibare.Bila di hedefa we de bi izna Xwedê di serî de malbat û naskirîyên we bi heman awayî temamê xortên ku li tax , derdor , kolan û ciwata we de ne bila hebin da ku hûn wan têxin nava xelkeyên dersan.

 “Em teleb dikin birayên me biçin ser qebra wî û soz û ehda xwe bi wî re bi nû ve bikin”

Gumuş  di berdewama  peyamê de wiha destnîşankirin “Her weke ku temamê şehîdan di salvegera şehadeta xwe de tên ziyaret kirin bi heman awayî di salvegera şehadeta Şehîd Aytaç Baran de jî  divê qebra wî bê ziyaretkirin  û pê re soz û ehd  bên nûkirin û ji wan xortên ku li pey xwe hiştine xwedî bê derketin û pê re di warê muhkemkirina sefan de hevpeyman bidin.Em silavên xwe ji şehîdê me re dişînin û bila  birayên me mizginiya  muhkemkirin û muhafezekirina dozê  û berdewamkirina fealiyetan bidin me.”

Gumuş di dawiya peyamê de wiha ragihand “Em di nava van hest û ramanan de di serî de Rêberê me yê Şehîd û bi heman awayî temamê şehîdên me bi rehmet û minnet bi bîr tînin û em cardin sedeqata xwe ya li dijî wan tînin ziman.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir