• DOLAR 32.536
  • EURO 34.78
  • ALTIN 2407.482
  • ...
"Hêj jî Fîrewn zilmê dikin û Mûsa jî zilmê dîbinin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Navenda giştî  ya HUDA PARê (Partîya Doza Azad), bi daxuyanîyeke nivîskî, qerarên ku li Misirê di derbarê tevî Serokomar Mursî, Serokê Yekîtîya Alimên Misilman a Cîhanê Yûsif Karadavî û 106 kesan de hatibû dayîn bi bertekeke tund şermezar kir.

“Hêj jî Fîrewn zilmê dikin û Musa jî zilmê dîbinin”

Di daxuyanîya ku ji navenda giştî ya HUDA PARê hatibû belav kirin wiha hat gotin: “ Her çiqas sedsal derbas bibin jî mucadeleya heq û batil didome. Her çi qas cî, kes û dem were guhartin jî di sinca,tebîeta zalim û mezlum de guhartin nabe. Em ji vî tiştî re niha li Misirê şahid dibin.Hêj jî Fîrewn zilmê dikin û Mûsa jî zilmê dibînin. Îro şûna Fîrewnan, Sîsî û altax  şûna Hz. Mûsa jî  Mûrsî û xelkê Misirê yên mezlûm girtîye.”

Partîya Doza Azad di dawîya  daxuyanîya xwe ya nivîskî de wiha ragihand: “Ji bo ku darvekrina Serokomar Mûrsî, Serokê Yekîtîya Alimên Misilman a Cîhanê Yûsif Karadavî û 106 kesan were asteng kirin em bangewazîyê li sazîyên civakî, partî, hikumet û rayedarên dewletê dikin. Her çi ji deste we tê bikin û em bi hevdu re piştgirîye bidin Mûhammed Mûrsî û wan kesên  din.” (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir