• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Mehmet Goktaş Xoce: Ummeta ku îzzeta Îslamê na parêze di bin taluke de ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weqfa Evîndarên Pêxember, bi mijara “Rêberê Cîhadê Hezretî Muhemmed” li Diyarbekirê bernameya Mewlida Nebî li dar xist.

Mehmet Goktaş Xoceyê Serokê Fexrî yê Weqfa Evîndarên Pêxember, di bernameyê de axaftinek kir.

Goktaş Xoce di axaftinake de got ku, “Pêxember, berîya sedsalan ku were dinyayê Xwedayê Teala ji dinyayê re got ku ew pêxemberê cîhadê ye. Wî xeber da ku Pêxemberê axirzeman wê bi şûr were. Dema ku pêxember piştî îxaneta Cihûyên Benî Qureyzayê Tam 15 rojan wan dorpêç kirin. Bêçar bûn. Nikarîbûn tiştekî bikin. Serokê Qureyzayê got: Ey civata cihûyan! Niha Mihemmed û zilamên wî dora me girtine, çareya me nemaye, ez 3 tiştan pêşkêşî we dikim. Werin em bibin Misilman, îman bînin. Hay ji xwe hebin, ev qasidê Xwedê ye. Hûn dizanin, kalekî me hebû. Rojekê em li kêleka wî rûniştin û wî ji me re got: “Gelê Cihûya ma hûn dizanin çima ez ji welatekî wek Şamê derketim û hatim vê Medîneyê? Ez hatim ji ber ku pêxemberê axirzeman wê were vir. Hişyar bin, ez ji we re şîret dikim; Bişopînin, tabiî wî bibin, îmanê bînin. Ger hûn li dijî wî derkevin, yên ku dijberiya wî dikin, wê serê wan bên jêkirin û ji dinyayê bên derxistin.”

“Dema ku behsa Mihemmed pêxember tê kirin cîhad û şûr tê bîra mirov”

Goktaş Xoce şitexalîya xwe wisa domand:

“Di nava Qur’ana Kerîm de navê Muhemmed 4 caran derbas dibe û giştika van ayetan di heqê cîhad, şer û şûrê de ye. Dema ku behsa Hezretî Muhemmed tê kirin cîhad, şûr û edalet tê bîra mirov. Pêxemberekî wisa bû ku her ku neheqî didît, damarên eniya wî ya bi bereket diwerimîn. Heya ku neheqiyê rast neke ew ê bêdeng rûnenişte. Ummeta wî jî ummeta cîhadê bû. Dibe ku ev ummet xeletiyan bike û dev ji cîhadê berde, lê Xweda wê hin kesên din li şûna wan bişîne. Dema ku Misilman dev ji cîhadê berdin, Xwedê yên din tîne. Di ayetê de wiha tê gotin: “Eger hûn hemû bi hev re seferber nebin, Xwedê wê we bi ezabek bi jan ceza bike û li şûna we civateke din bîne cih û hûn jî bi şer neçin ola wê qet zirarê nadin. Lewra Xweda qadirî her tiştî ye.”

“Weke ku Xweda nûnertiya me ji vê erdnîgariya Îslamê radike”

Goktaş Xoce di dawîya axaftinê de wiha axivî:

“Xwedê tehdît li Mislimanan bi vî awayî dike. Ma ev ummet îro bi xeteriyeke wiha re ne rû bi rû ne? Ma ev ummeta ku rûmeta Îslamê naparêze bi xeteriyeke wiha re ne rû bi rû ne? Xwedê ne mecbûrî me ye. Xwedê dikare bi kesên din re dînê xwe bide temsîl kirin. Hun îro vê talûkeyê nabînin?

"Allah, Müslümanları bu şekilde tehdit ediyor. Bugün bu ümmet böyle bir tehlike ile karşı karşıya değil mi? İslam'ın izzetini savunmayan bu ümmet böyle bir tehlike ile karşı karşıya değil mi? Allah, bize mecbur değildir. Allah başkalarıyla da dinini temsil ettirir. Bu gün bu tehlikeyi görmüyor musunuz?

Weke ku Xweda nûnertiya me ji vê erdnîgariya Îslamê radike. Li Mekke û Medîneyê bi sed hezaran Misilman nimêj dikin, lê ji bo Xezze û HAMASê dua nayê kirin. Nabêjin "Qehr bibe îsraîl." Lê ji xeynî vê, li Amerîkayê, li Rojava û Ewropayê tiştek diqewime, radibin ser nigan.

Ev camîa evîndarê Pêxembere. Bedelek daye. Lê divê ev bedel dayîn berdewam bike. Ji ber ku temsîliyeta Îslamê di rewşeke talûke de ye, divê em wê ji van erdan bernedin.”

Bername, bi duayên Şê Muhemmed Hesem Ed-Deddo Eş-Şanqîtî kir qedîya. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir