• DOLAR 32.166
  • EURO 35.194
  • ALTIN 2474.772
  • ...
Ji ÎTTÎHADê ji qerarên darvekirinê yên Misirê re berteka tund
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di derbarê Serokomarê Misirê Mûhammed Mursî ya ku yekem car di dîroka Misirê de bi rêya hilbijartinê  ve hatibû bijartin û derbeya leşkerî lê hatibû kirin de ji teref dadgeha darbekar ve di derba rê tevlî Serokomar Mûrsî, û  Serokê Yekîtîya Alimên Misilmanan Yûsif Karadavî  û 106 kesan de qerara darvekirinê hatibû dayîn. Ji ber vê yekê ÎTTÎHAD daxuyaniyeke nivîskî ya çapemenî belav kir.

ÎTTÎHAD di daxuyanîya çapemenî ya nivîskî de di derbarê van darvekirinan de wiha ragihand: Ev werara îdamê ya ku di derbarê Mûrsî de hatiye dayîn netenê di derbarê wî de her wiha di derbarê xelkê Misirê de hatiye dayîn.

ÎTTÎHAD di daxuyanîya xwe de her wiha diyar kir ku: Gelo kî li pey van qeraran de  heye?  Bi emrê kî ev qerer hatine dayîn? Bersiva van pirsan diyar e: Îsraîl, Emrîka û emperyalist hene. Ji bo ev qerar werin sekinandin divê gavên ku hewce dike werin avêtin. Her wiha ev qerarên ku hatine dayîn em wan nas nakin û bi şidet em van qeraran telîn û şermezar dikin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir