• DOLAR 32.232
  • EURO 35.142
  • ALTIN 2473.695
  • ...
Pîrejina ku dûçarî êrîşa kûçikan ma bû jiyana xwe ji dest da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, li gundê Ayvaliya girêdayî navçeya Îmamogluyê pêk hat.

Li gor agahiyên hat bidestxistin, Şerîfa Arisana 72 salîya ku di nav erd de simbilê pîvazan top dikir, dûçarî êrîşa kûçikên beredayî bû.

Pîrejina ku nêzî 20 deqqe dûçarî êrîşa kûçikan bû, li cihê bûyere jiyana xwe ji dest da. Li ser agahdayina kesên li derdorê ekîbên tendirustî û polîs hatin sewqkirin cihê bûyerê.

Ceseda Arisanê, bi ambûlansê hat rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Îmamogluyê.

Di heqê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir