• DOLAR 32.239
  • EURO 34.781
  • ALTIN 2460.347
  • ...
SON DAKİKA
Li Pakistanê ax li ser zarokan hilweşîya
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, doh li herêma Şanglêya ku girêdayê Xeyber Paxtunwayê ye qewimî.

Li gorî medyaya welat ax li ser zarokên ku li tepikekî ji xwe re leyîstika krîketê dileyîstin hilweşîya.

Li ser xeberdayîna mirovan ji cîhê bûyerê re ekîbên xelaskirinê hatin sewqkirin. Xebatên lêgerînê ên ku mirovên herêmê jî beşdarî bûn heta seatên nîvê şevê jî berdewam kir.

Di encama xebatên ku hatin kirin de cesedê 8 zarokan hat dîtin.

Hat diyarkirin ku di bin enqazê de zarokên dinê tunene.

Ekîbên xelaskirinê diyar kirin ku ax ji ber barana ku ji roja çarşembeyê li herêmê tesîrdar e hilweşîyaye.

Xelkê herêmê diyar kir zarokên ku canê xwe ji dest dane di navbera 6-14 salî de ne û zarokên malbatên feqîr ên li herêmê ne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir