• DOLAR 32.227
  • EURO 35.031
  • ALTIN 2447.23
  • ...
Cevdet Yilmaz: Netanyahûyê ku sûcê li dijî mirovahiyê kir, wê hesabê vê bide
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Cevdet Yilmazê Alikarê Serokkomar, di heqê êrîşa bejayî li dijî Refahê ya artêşa qaşo yê rejîma sîyonîst de got ku, sûcekî nû li sûcên şer ên ji aliyê îşxalkeran ve hatine kirin, zêde kir.”

Yilmaz di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de wiha got;

“Îsraîl a ku rojekê piştî ku HEMAS’ê pêşniyarên Qeter û Misirê yên têkildarî peymana agirbestê pejirand, êrîşek bejahî li ser Refahê pêk anî, sûcên şer ên ku ji 7’ê Cotmehê û vir ve li ser xaka Filistînê kiriye sûcek nû zêde kir.

Netanyahu û hevalên wî yên ku ev sûcên li dijî mirovahiyê kirin û Ewên ku li ser desthilatdariyê ne û bêdeng man, zû yan dereng wê li pêşberî mirovahiyê hesabê vê bidin

Em ê di bin serokatiya Serokkomarê xwe Birêz Recep Tayyîp Erdogan de ji bo ku rêveberiya îsraîlê ya ku hiqûqa navneteweyî binpê dike û tu rêgezan nas nake, ji ber van sûcên ku kirine bê darizandin û ceza ew heq dikin bigre, em ê bidomînin." (ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir