• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Diyarbekir, Şirnex û Mêrdînê germahî bû 46 derece
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Diyarbekir, Şirnex û Mêrdînê ji ber germahîya zêde  xelk nikare derkeve derve.

Li gorî daneyên ku ji Midûrtîya Herêma 15em a Meteorolojîyê li Diyarbekir, Şirnex û Mêrdînê germahî bû 46 derece.

Li van 3 bajaran welatî di navbera seat 11.00-16.00an de heta ne mecbûrî be derneyên derve û li navçeyan zarokan jî berê xwe dan hewûz û birkan û hewl dan xwe hênik bikin.

Kesên ku ji germahîya zêde aciz bûn xwe avêtin bin klîmayan an jî xwe dan ber cihên bi sih. Lê belê ew kesên ku li derve li ber tavê û kesên ku di firnan de dixebitin ji ber gemahîya zêde gelek zêde tesîrdar bûn.

Ferhat Dogruyê ku li Diyarbekirê firinvanîyê dike  destnîşan kir ew, ev bû 25 sal an vî karî dike  got ku ew ji ber germahîya zêde gelek zêde zehmetîyê dikşînin.

Mehmet kayayê ku hostaya înşaatê ye  jî got ji ber germahîyê ew nikarin zêde bixebitin û dema ku dixebitin jî zehmetîyeke zêde dikşînin.

Li Qoser û Nisêbîna Mêrdînê jî welatî ji bo xwe ji germahîyê muhafeze bikin xwe avêtin cihên bi sî û welatî wextên xwe li park û bexçeyan derbas dikin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir