• DOLAR 32.171
  • EURO 34.762
  • ALTIN 2446.63
  • ...
Li Pakistanê wesayît li kendalê gêr bû: 8 mirî, 12 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, li herêma Dîra Jor a Heyber-Pextunwayê pêk hat.

Li gorî medyaya welêt wesayîteke ku tê de 20 kesên eqrebeyê hevdûne hene, ji ber ku frêna wesayîtê xera bû ji rê derket û li kendalê gêr bû.

Hat destnîşankirin ku li gorî dîyarîyên ewil 8 kesan canê xwe ji dest dan, 12 kesan jî birîndar bûn.

Mirov û ekîbên tenduristîyê yên ku hatin cîhê bûyerê cesedan û birîndaran rakirin nexweşxaneyê.

Hat hînbûn rewşa hinek birîndaran giran e û dibe ku hejmarê mirîyan jî zêde bibe. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir