• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Ji bo zarokên 4-6 salî yên ku perwerdehîyên xwe dawî kirin bername hat tertîpkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komeleya Perwerdehîyê a Îkrayê li Dîyarbekirê ji bo zarokên 4-6 salî pêvajoyeke perwerdehîyê ya 9 mehi tertîp kirin û ew perwerdehî bidawî bû û ji bo wan zarokan jî belge û diyarî hat dayîn.

Di pêvajoya perwerdehîyê de ji zarokan re nimêj, dua, ayet û hedîs hat hînkirin.

Zarokan jî di ev bernameyê de ji îlmên ku hînbûn ve temaşeyek nîşan dan.

Davut Yazgîlê Sekreterê Giştî yê Îkra-Derê diyar kir ku armanca wan ê yek perwerdekirina nesleke ku ji mirovahîyê re bifeyde be û bi dilpak be ye.

“Pêşevanîya me perwerdekirina zarokên dilpak û ji civakê re bi feyde ye”

Yazgîl di axavtina xwe de qala pêvajoyê kir û weha axivî, “Em di meha Îlonê de dest bi pewerdehîyê dikin, di meha Hezîranê de dawî dikin. Em li ber perwerdehîya rûmetê perwerdehîya pêşdibistanê jî didin. Di bernameya îro de jî ji her perwerdehîya ku girtine temaşeyek nîşanê me didin. Pêşevanîya me perwerdekirina zarokên dilpak û ji civakê re bi feyde ye. Di vê armancê de li ber perwerdehîyên me bername û leyîstikên me jî hene.”

Yazgîl di berdewama axavtina xwe de weha got, “Îro jî ji perwerdehîya ku 9 mehe girtine temaşeyek nîşanê me dan. Eywana me bi coş û beş e, hemû malbatên zarokên me hatine, eqrebeyên wan beşdarî bûne. Zarokên me bi cil û bergên xwe û bi xeberdanên xwe ji mirovên eywanê re peyamek didin. Em her sal ev bernameyê tertîp dikin.”

Yazgîl derheqê qeyda komeleyê de jî axivî û weha got, “Niha koma emrê a perwerdehîya me 4-6 e, encax armanca me zarokên 3 salî ne. Mixabin li gorî zanîstê jî zarokên 3 salî jî dikarin ji derve perwerdehîyê bigrin. Em çiqas jî zarokên 3 salîyan bifikirin jî lê em niha ji zarokên 4-6 salî re perwerdehîyê didin. Qeydên me di roja 15ê Tirmehê de dest pê dike û meh û nîvek didome, lê qeydên me di nav hefteyekî de dawî dibe. Heftekî berîya vekirina dibistanan em zarokên xwe digrin û ji vê re jî hefteya hînbûnê dibêjin. Welîyên me yên ku dixwazin qeydê bikin bira bi tevî roja 15ê Tirmehê têkilîyan bi me re bikin.” (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir