• DOLAR 32.268
  • EURO 34.752
  • ALTIN 2455.719
  • ...
Li Îranê mehkûm li hev xistin: Mirî û birîndar hene
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, di Girtîgeha Lakanaya ku li bajara Reşta wîlayeta Gîlana Îranêye pêk hat.

Li gorî xebera Mehrê, Mehdî Fallah Mîrîyê dozgerê wîlayetê di daxuyanîya xwe de got ku, di navbera mehkûmên ‘edlî de ji ber nerazîbûnek li hev xistin derket.

Mîrî, diyar kir ku di encama li hev xistinê de hinek mehkûm mirin, hinekên wan jî birîndar bûn; di girtîgehê de hinek cih jî hatin xerakirin.

Mîrî, di daxuyanîya xwe de weha got, “Xera kirina tesîsan ji teref îsyankeran ve, ji ber qutbûna ceryanê û midexele nekirina ji mehkûman re hinek mehkûm canê xwe ji dest dan, hinek birîndar jî dûre hatin rakirin nexweşxaneyê û hatin tedawîkirin.”

Mîrî, destnîşankir ku bi micadeleya wezîfedarên girtîgehê û rayedaran di girtîgehê de rewş normal bû, Mîrî, derheqê hejmarê mirî û birîndaran de agahî neda. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir