• DOLAR 32.207
  • EURO 35.009
  • ALTIN 2503.16
  • ...
Ji ÎTTÎHADUL ULEMA banga duaya baranê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mele Muhammed Ozerê Sekreterê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê ji bona duaya ku di tarîxa 25 Nîsanê li Qada Batikentê de bê kirin hemû pîrek û zilamên Dîyarbekirî da’wetê duayê kir.

Ozer di axavtina xwe de weha got, “Li serê meha Nîsanê vir de wek li hemû welat li Dîyarbekir û bajarên derdorê jî kêmasîya baranê heye” û bi bîr anî ku duaya baranê sinnetek e.

Ozer di axavtina xwe de weha got, “Ji teref mirovên şarezayan tê gotin ku îxtîyacîya ‘erdan ji vê re heye. Em jî bi navê ÎTTÎHADUL ULEMAyê ji vê meseleyê re bi çavê Îslamî dinêrin. Em vîya zanin ku pêxemberê me ( silat û selam li ser wî be) dema ku li Medîneyê baran nabare eshabîyên xwe kom dike û diçin derveyê bajêr û duayan dike. Ji ber vê yekê ev sinnetek e. Piştî nimêjê, duaya baranê tê kirin. Li vê derê tobe û îstîxfar tê kirin. Xwedê Teala çima baranê nabarîne? Bawerîya me bi vîyaye ku bi emrê Xwedê nebe pelekî jî ji darê nakeve xwarê. Ji ber vê Xwedê Teala carna dema ku civak ji Xwedê re îsyanê bikin wan bi ziwayîyê îmtîhan dike. Di Quranê de weha tê gotin, ‘Eger xelqê wan welatan îman bianîya û li hember sekinandina Xwedê xwe biparastana, elbet me yê ji wan re derê bereket û zêdehîya asîman û ‘erdê vekira. Feqet wan rastîyê derew hesiband. Me jî ji gunehên wan nişkavda wan qefalt.’ (‘Eraf-96)”

MELE MUHAMMED OZER

“Em bi navê ÎTTÎHADUL ULEMAyê di 24ê Nîsanê roja Yekşemê di seat 15.00an de li Qada Batikentê de ew ê nimêja baranê û duaya baranê îhya bikin”

Ozer di berdewama axavtina xwe de bi bîr anî ku ji sedema ziwayîyê yek jî dûrketina ji Xwedê ye û li axavtina xwe weha zêde kir, “Sedema qutbûna baranê yek tenê ye ku ew jî guneh û îsyan e. Di roja me de li ser milkên Xwedê qanûnên Xwedê nayê qebûlkirin, ji Xwedê re îsyan tê kirin û ji Xwedê re herb tê kirin. Eger însanan hişê xwe nedin serê xwe Xwedê ew ê bi şeklekî wê xelqê îmtîhan bike û wan terbîye bike. Ji ber vê em dema ku hê dernekevin duaya baranê gerek zêkatên xwe bidin, tobe bikin, îxtîyacîyan mixtacan bibînin ku bila Xwedê Teala jî ji me re rehmetê bike û baranê bibarîne. Em bi navê ÎTTÎHADUL ULEMAyê di 24ê Nîsanê roja Yekşemê di seat 15.00an de li Qada Batikentê de ew ê nimêja baranê û duaya baranê îhya bikin. ji ber vê yekê em pîrek, zilam, zarok û îxtîyar hemû kesan de’wetê duayê dikin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir