• DOLAR 32.194
  • EURO 35.006
  • ALTIN 2509.668
  • ...
HUDA PAR: Quds û Eqsa ne yê Filistîn û Ereben tenê ye pîrozahîya Misilman û ‘erdên Îslamê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derheqê Pakîstan, Tirkîstana Rojhilat û êrîşên rejima îşxalker a sîyonîst ya ku li Mescîdî Eqsayê dike de nirxandinan hat kirin.

Rageşîya sîyasî ya li Pakîstanê

Di daxuyanîyê de hat bi bîr anîn ku di 10ê Nîsanê de hikûmeta Îmran Hanê hat betalkirin û ji cîhê wî re Şahbaz Şerîf bû Serokwezîr.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku îddîayên Îmran Hanê yê ku dibêje piştî kaosa sîyasîyê de Emrîqa heye gelek gotineke muhîm e û daxuyanî weha berdewam kir, “Emrîqaya ku wek welatên Tunus, Misir, Sudan, Tirkîye li gelek welatan menfeatên wî ketîye nav talukeyê, bi derbeyên leşkerî an jî bi derbeyên sîwîlî daxwaz kirîye ku hikumetê betal bike û ew gelemşeyê ji xwe re kirîye hedef. Rageşîya sîyasî ya li Pakîstanê armanca wî ev e ku daxwaz dikin welatê bikin nav bêîstîkrarîyê, ev him Efxanîstanê û him jî hemû welatên herêmê tehdît dike. Li welat ji bona ku sikunet bê tertîpkirin û îradeya xelqê bê bikaranîn bila bi lez û bez hilbijartinek bê tertîpkirin, lazim e ji kaos û bêîstîqrarîyê re firset neyê dayîn.”

Gerek Tirkîstana Rojhilat bêxwedî neyê hêştin

Di berdewama daxuyanîyê de derheqê zilma Çînê yê ku li Tirkîstana Rojhilatê dike de jî weha hat gotin: “Ji teref Dewleta Çînê ve bû çend sale ji Misilmanên Uygur re terorên bi asîmîlasyon, asteng kirina  îbadetê, midexeleya malbat, îxlalkirina mesken, hakimîyeta li ser dikan û malan bi şîddetî tê kirin û ev terorî jî berdewam dike. Ev zilma ku li Tirkîstana Rojhilat yê ku ew bûye wek Filistîna Asyayê tê kirin, ji teref tu kesan nayê dîtin û ji bona menfeat û unsûran re tê fedakirin.

Bêdengmayîna ji vê zilmê re bi taybetî bêdengmayîna welatên Îslamê û xwe dur xistina ji vê zilmê qet nayê fêhmkirin. Wek ku li Filistînê jî dibe, ev xelqê mezlum yê Tirkîstana Rojhilat, li hember rejima zordar bêxwedê tê hêştîn. Rewşa polîtîqaya welatên Îslamê yên ku di navbera Emrîqa û Çînê de mane rewşekî perîşan e. Gerek edalet ji menfeatan re neyê fedakirin, gerek dev ji van polîtîqayên bêdeng yê ku ji bona zilm û zordarîya ji Misilmanan re tê kirin bê berdan. Gerek welatên Îslamê pêşî li hember zilma Tirkîstana Rojhilat, zilmên dinê û wan bireveberîyên zalim bisekinin.

Êrîşa rejima îşxalker a sîyonîst ku li Mescîdî Eqsayê

Di daxuyanîyê de derheqê êrîşên rejima îşxalker a sîyonîst yê ku di meha Remezanê de ji xwe re kirîye wek kevneşopek de jî nirxandinek hat kirin û di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di encama êrîşên rejima îşxalker ku di serê Remezanê de daye destpêkirin de, gelek Filistînî şehîd bûne û bi sedan jî birîndar bûne.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku di encama êrîşa ku roja 14emîn a Remezanê de di dema nimêja serê sibê de ji mirabitan re hatibû kirin de jî bi sedan Filistînî birîndar bûbûn, bi sedan jî destên wan hatibûn girêdan û hatin desteserkirin an jî hatin revandin.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Em ev bêhurmetîya ku li Mescîdî Eqsaya ku qîbleya ‘ewil ya Misilmanan e û êrîşên ku li Misilmanên ku dema îbadetên xwe dikirin hat kirin lenet dikin. Em ji xuşk û birayên xwe yên şehîd re ji Xwedê Teala rehmetê daxwaz dikin, ji bona birîndaran jî şîfa xêrê daxwaz dikin.”

Di dawîya daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ev bêdengîya welatên Îslamê nayê qebûlkirin û weha hat gotin, “Quds û Eqsa, tenê yê Filistînîyan an jî Ereban nîne, ew pîrozahîya hemû Misilmanan û ‘erdê Îslamê ye. Ev rewşa hinek welatên Îslamê yên ku ji bona normalbûnîya bi rejima îşxalker re dikevên sireyê şermdar e, ev rewş zilm û îşxala wan zêde dike û rejima îşxalker jî bi cisaret dike. Pêşî Tirkîye dû re welatên Îslamê yên dinê, gerek dev ji vê ecêbîyê berdin, ji bona ku wehşeta sîyonîzm dawî bibe û Mescîdî Eqsa azad bibe hereketê bikin” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir