• DOLAR 32.368
  • EURO 34.972
  • ALTIN 2325.19
  • ...
ÎHO EBRAR li Çadê xebatên xwe yên alîkarîyê berdewam dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

ÎHO EBRARê ku di çarçoveya xebatên xwe yên meha Remezanê de li Çadê ye û li çend rojên berê li Encemîne ya paytext alîkarîya xwarinê kir û bernameya fitarîyê tertîp kir, li herêma Baguîrumîyê jî kolîyên xwarinê û goştê sor belav kir, ji sedan malbatan re jî fitarîyê da û ji gelek xwendekaran re jî Qurana Pîroz belav kir.

Hat destrnîşankirin ku li herêmê di çarçoveya xebatên xwe de her roj ji 600 kesan re fitarîyê didin û ji gelek malbatan re jî ‘Bizina Bi Şîr’ belav kirin.

Yunus Yildirimê endamê Sazîya Bireveberîya ÎHO EBRARê yê Sazîya Alîkarîya Navneteweyî derheqê alîkarîyan de axivî û weha got, “Em di çarçoveya xebatên xwe yên meha Remezanê sala 2022yan de li Çada ku coxrafyaya mexdur e ne û li vê derê projeyên xwe bi kar tînin. Alîkarîyên meddî yên ku xêrxwazên me dane me em jî didin malbatên mixtac û zarokên êtîm. Me ji dehan malbatan re jî ‘Bizina Bi Şîr’ belav kir. Em li vê derê her roj ji 600 kesan re fitarîyê didin. Em ji li vê derê li ser navê êtîm, feqîr û mixtacan, ji xêrxwazên xwe re sipasîyên xwe dişînin.” (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir