• DOLAR 32.339
  • EURO 34.891
  • ALTIN 2393.414
  • ...
Di navbera PKK û artêşa Iraqê de pevçûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Doh êvarê di navbera PKK û artêşa Iraqê de li herêma Sînuna Şengalê pevçûn derket.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin PKKyîyan, komekî leşkerên Iraqê bi erebeyê revandin.

Ji ber vê yekê artêşa Iraqê jî, li ser rêya Dekorê daxwaz kir ku cîhekê PKKê yê ku li wê derê qontrol dike bidest bixe.

Di encama bersivdayîna PKKyîyan pevçûn derket û gelek leşker û endamên PKKê birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku pevçûn 3 seat berdewam kirîye û her du alî jî li Xanesorê nêzê 3 seat hevdîtinek kirin û hat îfadekirin ku piştî hevdîtinê PKK, leşkerên Iraqê berda. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir