• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Ji Weqfa Evîndarên Pêxember peyama meha Mewlidê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Peyama ku ji 8 maddeyan pêk tê û ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve hatiye belavkirin wisa ye:

1) Hz. Muhammedê(s.x.l) Rêberê Me yê Xelasîyê; Pisûlaya Qur’an û Sunnetê ye.

Digel îxtîyacên ku li hember şert û mercan têk çûne û wextên derbasbûyî yekane rêya rizgariyê, xwe spartina li Qur’an û Sunnetê ye. Peyama Quran û Sunneta ku ji serdeman derbas dibe, bi helwesta xwe ya domdar û bersivên ku dide hewcedariyên her kêlî û demê, peyameke gerdûnî ye. Ev peyama ku her ku diçe ciwantir dibe, xeta muqaddes  û destnedayî ya dînê îslamê ye. Di heman demê de Qurana pîroz, prensîbên îman û îbadetê, pêxember, mizgeftên pîroz (Mescîd Heram, Mescid El-Nebawî, Mescîda Eqsa) beşeke vê muqaddesatê ne. Êrîşên devkî û fizîkî yên qustax ên ku li hember van muqaddessatan tên kirin ne yên qebûlkirinê ne. Yên ku hewl didin bi devê xwe ronahiya Xwedê vemirînin, îro jî wekî duh mehkûm in ku di rûpelên tarî yên dîrokê de winda bibin û bên jibîrkirin. Bes Xweda û Resûlê wî xwedîyê izzet û şerefê ye.

2) Hz. Muhammedê (s.x.l) Rêberê Me yê Xelasîyê; Mîsalê Exlaqa Xweş e.

Dilovanî, rêzgirtin, hezkirin û exlaqa xweş faktorên ku civakê bi hev re girê didin in. Ti artêş nikare, wan pêkhatîyên ku ji teref wan xuşk û birayên ku qelbên wan yek e û hevdû digirin ve hatiye avakirin têk bibe û mexlûb bike.Tedawiya sedsaleke ku bi nexweşiyên maddî û manewî ketine, bi exlaqê xweş mimkûn e.Şaristaniya biratîyê ya Îslama ‘ezîz kesên ku hev dikujin veguherandiye kesên ku ji bo hev dimirin.Ev peyama Îlahî “Bes mûmîn birayên hev in, îdî di navbera birayên xwe de aşitiyê pêk bînin. Haya xwe ji xwe bikin û li hember Xwedê  bêîtaatîyê nekin da ku merhemet li we bê kirin.”(Hucurat-10) paraloya temamê Mislimanan e. Ji bo vê yekê mînaka herî xweşik ew biratîya di Dewra Saadetê de ye. Hz. Muhammedê (s.x.l) ku ji navenda kufr û şîrkê însanên bijarte derxist ji bo Mislimanan rêzan û rêberê bêhemta ye.

 

3) Hz. Muhammedê (s.x.l) Rêberê Me yê Xelasîyê; Rênîşandarê  Wehdet û Uxuwwetê ye.

Li welatên dûr gelek xuşk û birayên me hene ku navên wan nayê zanîn, bi wan re nayên axaftin û çîrokên wan nayên zanîn. Her çend reng û zimanên wan  cuda be jî, ew endamên yek ummetê ne. Hemû mezlûmên ku ji hev hatine veqetandin, li herêman hatine dabeşkirin, sînorên di navbera biratiyên wan de hatine danîn û biratiya wan bi fêlbaziyên qirêj hatiye xerakirin, zarokên mezlûm ên alema Îslamê ne. Ev mahrûmîyet; zilma li Filistînê, xwînrijîna li Arakanê, hawar û qêrîna li Tirkistana Rojhilat, bêçaretiya mazlûmên Sûriyeyî, xizanî  û feqîrtîya li Bangladeşê û birçîbûna li Yemenê tîne bîra me.Parçebûna civaka Mislimanan cesaretê dide zaliman. Wek Misliman divê em birayên hev bin wek ku Hz Muhammed di hedîseke xwe de gotiye: “Ji hev nefret nekin, hesûdîyê li hev nekin, pişta xwe nedin hev. Ey evdên Xwedê! Bibin birayên hev.” (Buxarî, Edeb 62)

4) Hz. Muhammedê (s.x.l) Rêberê Me yê Xelasîyê;  Esasê  Sulh û Selametê ye.

Rêya aşitî û ewlehiyê li hemû cîhanê bi şopandina maf û qanûnên hemû mirovan mimkûn e. Ji temamê xwîn û rondikên ku li hemû erdnigarîya cîhanê hatine rijandin; ew dewletên terorê yên emperyalîstên dagirker berpirsyar in. Divê tu kes ji van navendên xerab ên ku ji bo berjewendiyên xwe yên netewî agir berdane cîhanê, hêviya xêr û sûdê neke.Agirê ku ew pêdixin  zirarê dide welat û gelê wan bi xwe jî. Şer û pevçûnên ku li welatên bindest tên gurkirin, rê li ber mezinbûna qatilên ku cînnet û kaosê dixwazin, şexsên bêhest û hezkirin û cinawirên sadîst vedike. Ew reçeteya rizgarîyê ya ku Hz. Pêxember ji însanîyetê re taqdîm kiriye  li temamê cîhanê temînata sulhê ye.

5) Hz. Muhammedê (s.x.l) Rêberê Me yê Xelasîyê; Reçeteya Bibereket a Nimet û Qudretê ye.

Qezencên neheq ên sermayeya cîhanî ya navneteweyî û çanda îsrafê  li ser rûyê cîhanê krîzek giran a îqtîsadî derxistin holê. Ev krîza îqtîsadî  ya ku hemû cîhan xistiye bin bandora xwe, herî zêde bandorê li erdnîgariyên bindest, mexdûr û mehrûm dike.Wezîfeya me ya Îslamî û însanî ye ku em xwe bighînin wan xwîşk û birayên xwe yên ku muxtacî gezik nan in û ji wan re bibin alîkar.“Çi ji we dibe ku hûn di rêya Xwedê de xerc nakin? Mal û milkê erd û asîmanan tev ên Xweda ne…” (Sûreya Hedîd-10) Di her du cîhanan de jî rêya bextewariya rastîn di xerckirina xweperest û bêsînor de derbas nabe; bextewerbûna li dinyaya fanî bes bi parvekirina ji bo riza Xwedê  mimkûn e.

6) Hz. Muhammedê (s.x.l) Rêberê Me yê Xelasîyê; Çavkaniya Hizûr û Bextewariyê ye.

Zarokên me yên ku xemlên herî bedew ên jiyanê ne û xanimên me yên ku em bi  wan  dighijin hizûrê siberoj û garantiya civakeke saxlem in. Ji hêla maddîyat û manewîyatê ve înşakirina civakê; bi destên nifşên dînamîk û bi hêz mimkûn e.Zarokên salih û saliha  wek sedeqeya daîmî ne. Ew wek sedeqeya carîye ne ku ew deftera  ‘amelan nadin girtin.Divê li hemberî rêbazên fesadiyê yên ku bêexlaqiyê di nava civakê de bi cih dikin însanên me hişyar bin. Sedema bêhizûrîya di jiyana malbatê de û zêdebûna telaqan; ew pêwendîyên xeyrî meşrû ne. Kêfxweşî û bextewarîya ferd û civakên a li her du cîhanan encax bi dayîna perwerdehiya Îslamî û xwe parastina ji têkiliyên neexlaqî  ne mimkûn e. Di vê têkoşînê de her Misliman xwedî berpirsiyarî û mesûlîyet e.

7) Hz. Muhammedê (s.x.l) Rêberê Me yê Xelasîyê;  Ji Bo Îhyaya Îstîqamet û Bawerîyê Mînakê Herî Xweşik e.

Tesîskirina ewlehîyê ya di nav civakekê de  ji bo berjewendiya hemû kesan e. Di civakên ku lê  ewlehî  zirarê dibîne an jî tune be de, di şûna ewlehîyê de nerehetî û bêewlehî hakim dibe. Pênc prensîbên bingehîn hene ku divê di şerîeta Îslamê de bên parastin: Jiyan, dîn, ‘aql, milk û nifş.Parastina van pênc prensîbên bingehîn ên bi navê “Zarurat-ı Diniyye” an jî “Zarurat-ı Hamse” hem berpirsiyariya ferdan û hem jî ya civak/dewletê ye. Di civakên ku mirov ji mafên hevûdu re rêzê nagirin de, sûc û sûcdar zêde dibin.Bi gotina Ustad Bedîuzzeman “Dijminê me cehalet, feqîrî û pevçûn e. Em ê bi çeka sin’et, marîfet û tifaqê li dijî van her sê dijminan cîhadê bikin” ji bo perwerdekirina civakê gotineke baş û xweş e. Rê û rêbazên perwerdehiyê yên ku Pêxember di mezinkirin/perwerdekirina mirovan de bi kar aniye, ji bo me rêbaza herî xweş û îdeal e.

8) Hz. Muhammedê (s.x.l) Rêberê Me yê Xelasîyê; Dermanê Tendurustî û Bextewariyê ye.

Di prensîbên bingehîn ên Îslamê yên ku jiyanbexş in de, dermanê hemû nexweşiyên maddî û manewî hene. Rajêrîya teknolojiyê û lîstikên sanal yek ji wan hilweşînên mezin in ku ji hêla înternetê ve têne çêkirin, ku niha li gelek warên jiyanê hakim in. Zêdebûna nîşaneyên depresyonê yên di civakê de, êrîşkarî, dînbûn, rewşa kaosê nîşaneyên herî girîng ên rajêrîya  înternet û teknolojiyê ne. Bi zêdebûna îmkanên îqtîsadî re, ketina kompîturê li gelek malan, pakêtên înternetê yên bêsînor, têlefonên destan yên zîrek û hwd. roj bi roj rajêrîya înternetê zêde dikin. Riya xilasbûna ji rajêrîyê; perwerdehiya nebewî ya sexlem e. Divê li dijî nexweşiya teknolojiyê ya ku paşeroja me dixe xetereyê, bi perwerdehiya nebewî seferberiyek were destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir