• DOLAR 32.169
  • EURO 35.185
  • ALTIN 2470.235
  • ...
Firinvan: Dema ku alîkarîya Xwedê tinebe em 14-15 seat birçî û tî nikarin bisekinin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Firinvanên Dîyarbekir ên ku di meha Remezanê de mesaîyeke mezin dikin, di binê germahîya 300 dereceyê de jî ji bona ku mirov nanê germ bixwin xebateke mezin dikin.

Firinvanên bajêr destnîşankirin ku ew li pêşîya germahîya 300 dereceyî aciz dibin û xirabî tesîrdar dibin lê dîsa jî him nimêjên xwe dikin û him jî rojîyên xwe digrin, di axavtinên xwe de destnîşankirin ku ew bi taybetî di meha Remezanê de di nav  îmtîhaneke gelek mezin de derbas dibin.

“Firinvanan dema ku alîkarîya Xwedê tinebe 14-15 seat birçî û tî nikarin bisekinin”

Şahîn Kartal di axavtina xwe de destnîşan kir ku ew di sala 1985an de heta niha firinvanîyê dike û ew li axavtina xwe weha zêde kir, “Min 14-15 sal e çiraxî, hostetî û ser hostetîyê kirîye. Em di meha Remezanê da ne, vê mehê meheke bi bereket e. Zore lê em dîsa jî nanê xwe dikin destê xwe. Rojîtîya me zehmet e lê Xwedê Teala rizqê me ji li vê ji me re dişîne. Em di nav germahîya ku ji 300 dereceyî jî zêdetir e de ji nimêj û rojîya xwe re paş ve namînin. Divê firinvan an jî divê ku înşeatvan dema ku alîkarîya Xwedê tinebe tu însanek 14-15 seat birçî û tî nikare bisekine.”

“Ji wan birayên min ên ku rojî nagirin re tewsîyeya min e ku bila di rojîyên xwe de sersarîyê nekin”

Mehmet Kurtê ku nêzê 35 sale firinvanîyê dike jî axivî û di axavtina xwe de weha got, “Xwedê Teala, di ayetî kerîmeyê de dibêje ku ‘çawa ku rojî ji wan kesên ku pêşîya we re ferz bûye, ji we re jî ferz e’. Ji ber vê yekê em di nav şertên zehmet de bin jî elhemdulîlleh em xwedîyê qeweta girtina rojîyê ne. Karê me him giran e û him jî bi strês e. Rojî girtina di binê germahîyê de, qewetekî ye ku Xwedê Teala daye me. Ez 35 sal e firinvanîyê dikim. Çi qas şertên me giran be jî ez ji wan brayên min ên ku rojî nagirin re tewsîye dikim ku bila di rojîyên xwe de sersarîyê nekin. Çimkî eger ku Xwedê Teala vê bedenê xuliqandibe, ev beden xwedîyê wê qewetîye jî ku Xwedê Teala vê ferzîyetê daye me.”
(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir