• DOLAR 32.192
  • EURO 34.998
  • ALTIN 2509.555
  • ...
Rusya Sentrela Nukleer a Zaporîjayê bi dest xist
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Mifettîşîya Sazkirina Nukleerên Dewlet ya Ukraynayê ve hat daxuyandin ku hêzên çekdar yên Rusyayê Sentrela Nukleer a Zaporîjayê bi dest xistin.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku personelên sentralê rewşa herêma bi zehmetî teqîp dikin û ji bona ku ew herêm bixebite xebatan dikin.

Doh di seatên êvarê de Rusya êrîş li sentrelê kiribû û di sentrelê de pevçûn pêk hatibû, di encama pevçûnê de jî şewat derketibû.

Dmîtro Kulebayê Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê derheqê îhtîmala teqîna sentrelê de destnîşan kiribû ku, dema ku di sentrela nukleer a herî mezin ya Ewrupayê de teqîn pêk were, ew ê 10 qet ji fecîaya Çernobîlê mezintir bibe. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir