• DOLAR 32.995
  • EURO 35.801
  • ALTIN 2528.57
  • ...
Li Qirklarelîyê 51 koçber hatin girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li nêzî gundê Asîlbeylîyê ekîbên Midûriyeta Emniyetê û Fermandariya Cendirmeyan xwestin ku 2 erebeyan bidin sekinandin.

Otomobîlek û qemyonetek ku li ber hişyarîya bisekine nesekinîn piştî takîp kirinê hatin sekinandin.

Di nava qaseya kamyoneta ku bi guman dabûn sekinandin de 51 koçber hatin girtin.

2 şikdar bi îdiaya keçaxçîtîya koçberan hatin binçavkirin, koçber ji bo karen fermî hatin birin ewlehiyê. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir