• DOLAR 32.347
  • EURO 34.934
  • ALTIN 2398.517
  • ...
ÎHO EBRAR li Malîyê organîzasyona sinnetê tertîp kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

ÎHO EBRARa ku bû çend roj li Malîyê gelek projeyan tertîp dike, vê carê jî li herêma Danfarayê nêzî 100 zarokên ku bi îmkanên xwe nikarin sinnet bibin kom kir û wan da sinnetkirin.

Sabahattîn Ugarê ku ji rayedarên ÎHO EBRARê ye derheqê xebatên xwe yên cuda de daxuyanîyek da û weha got, “Me  îro di encama projeya sinnetê ya ku dem bi dem bi kar tînin de vê carê jî li herêma Danfarayê ya Malîyê tertîp kir. Me li vê derê nêzî 100 zarokan sinnet kir. Van însanan exlebeyê wan ji bajarê dûr rûdinin û em dikarin bibêjin îmkanên wan ê çûndin û hatina bajêr hema hema tuneye. Dema ku em hatin li vê derê me gelek pirsgirêkan kişand. Lê dîsa jî elhemdulîllah digel van pirsgirêkan me projeya xwe tertîp kir. Me li vê derê zarokên êtîm û mixtac da sinnetkirin. Em ji wan kesên ku ji bona vê projeyê re alîkar bûne re teşekkur dikin. Em li ser navê malbatên li vê derê û zarokên li vê derê ji wan xêrxwaz û alîkarîyê kirine re teşekkur dikin. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir