• DOLAR 32.23
  • EURO 34.774
  • ALTIN 2460.48
  • ...
Bizutnawa Îslamî ji bo tazîyê çû serdana HUDA PARê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber ku Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz wefat kir partî, sazîyên sîwîl û kesên rîspî yên li herêma Kurdistana Iraqê ji bo tazîyê çûn serdana Temsîlkarîya HUDA PARê ya li Hewlêrê.

Doh lijneyeke ku ji rîspî û temsîlkarên Bizutnawa Îslamî pêk dihat çû serdana HUDA PARê.

Endamê Buroya Sîyasî yê Bizutnawa Îslamî Abdulllah Vertî  li ser navê Rêberê Bizutnawa Îslamî Şêx Îrfan Abdulazîz û Sekreterê Taybet ê Şêx Îrfan temsîlkarîya HUDA PARê ya li Hewlêrê ziyaret kirin û daxwazên tazîyê yên Şêx Îrfan ji rayedarên HUDA PARê re teqdîm kirin. 

“Wefata kesên mîna Mehmet Yavuz ji bo me hemûyan qeybeke mezin e”

Di ziyareta ku hat kirin de Abdulla h Vertî destnîşan kir, ew bi xemgînîyeke mezin xebera wefata Mehmet Yavuz standine û dû re wiha got: “Wefata kesên mîna Mehmet Yavuz ji bo me hemûyan qeybeke mezin e.”

“Êşa û jana kesekî mîna Mehmet Yavuz êş û jana ummetê ye”

Şêx Talib Mergesorîyê karsaz û ji rîspîyê herêmê ye çû serdana HUDA PARê. Mergesorî di ziyareta ku kir de xemgînîyên xwe ya ji ber wefata Mehmet Yavuz anî zimên û destnîşan kir: “Êşa û jana kesekî mîna Mehmet Yavuz êş û jana ummetê ye. Bila serê ummetê sax be.”(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir