Li gundekî Silêmanîyê 140 qurban hatin serjêkirin
Li gundekî girêdayî Silêmanîyeya Kurdistanê iraqê 140 qurban hatin serjêkirin.
Li çar alîyê cîhanê ji ber hatine Îda Qurbanê Misliman di nav xweşî û şahîyê de ne.
Li Kamterana gundê Silêmanîyeya Kurdistanê Iraqê gundîyên ku ji xwe re kirine her sal di Îda Qurbanê de pêkve qurbanan serjê bikin îsal adeta xwe domandin 140 qurbanî serjê kirin.
Qurbanên ku hatin serjêkirin piştî ku hatin hûrkirin re li gund ji derdorê re hatin belavkirin.
Ev adet û helwesta gundîyan dibe wesîle ku derdor xwezîya xwe li wan bînin.(ÎLKHA)