• DOLAR 32.231
  • EURO 34.969
  • ALTIN 2474.508
  • ...
 "Di êrîşên 6-8ê Cotmehê de dewlet li wan însanên ku hatin qetilkirin xwedî derneket"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Êrîşên 6-8ê Cotmehê çi qas sal ji ser derbas bibin jî nayên jibîrkirin. Digel hatina meha cotmehê ew wehşeta ku ji teref PKK/HDPyîyên hov û wehş ve hat lidarxistin û ji wê qetlîama wan a dereînsanî re bertek tên nîşandan.

Serokê Platforma Piştevanîya bi Malbatên Girtî û Şehîdan Recaî Yurdanê ku destnîşan kir di wan êrîşên 6-8ê Cotmehê yên ku tê de herêm hat xistin qada şer, kursên Qur'anê hatine şewitandin, agir hat berdan Qur'ana Kerîm, Misliman ji ber bawerîya xwe hatin qetilkirin û komeleyên Îslamî hatin hedefgirtin de, dewlet xelkê muhafeze nekir. Yurdan her weha diyar kir ev êrîş ji ber xwe ve pêk nehatin; berewajî ev êrîş ji teref taşeronên Amerîkaya emperyalîst ên li Tirkîyê ve bi plankirî hatin lidarxistin.

 "Polês bes hewl dan xwe mihafeze bikin"

Yurdan di berdewama axavtina xwe de diyar kir di êrîşên ku dihatin kirin de polêsan bes hewl didan xwe muhafeze bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Me wek Platforma Piştevanîya bi Malbatên Girtî û Şehîdan, her tim doza Yasîn Boru û hevalên wî teqîb kir û me tu carî ew bi tena serê xwe nehişt. Em beşdarî bernameyên belavkirina goştê qurbanan bûn. Lê ez dikarin vê yekê bibêjin; ev êrîş ji ber xwe ve pêk nehatin; berewajî ev êrîş ji teref taşeronên Amerîkaya emperyalîst ên li Tirkîyê ve bi plankirî hatin lidarxistin. Mixabin wê demê dewleta Tirkîyê li wan însanên ku hatin qetilkirin xwedî derneket. Ew birayên me yên ciwan ên ku goştê qurbanan belav dikirin, ji wan malên ku tê de asê mabûn dikirin hawar û digotin 'Hawar e, ma tu kes nîne me xelas bike?' Lê mixabin, digel ku telefon hatibe kirin jî bersiv nehat dayîn li telefonan. Tinazên xwe bi wan kirin. Weke ku tiştek nebûye polêsan hewl dan bes xwe muhafeze bikin. Li wan însanan xwedî derneketin. Kengî xwedî derketin? Çi wextê ku di navbera wan û PKKê de têkilî xera bû, wê demê rayedarên Tirkîyê dest pê kirin û qala Yasîn Boru û êrîşên 6-8ê Cotmehê kirin."

 "Ev wehşet bes ji teref wan kesên ku xwedî zihnîyeta siyonîst in ve dikare bê kirin"

Yurdan di berdewama axavtina xwe de diyar kir 'em vê yekê dizanin  ku em zarokên van axan in. Li ser van axav kuştineke bi vî awayî tu car çênebûye.' Yurdan dû re axavtina xwe wiha domand: " Ew ê tu însanekî ji qeta sêyemîn bavêjî xwarê, dû re tu dê wî bişewitîne û ev jî ne bes e, ew ê tu bi erebê di ser re derbas bibe. Ev yek di nav gelê me yê Kurd de tu carî pêk nehatîye û ev yek di nav kevneşopîya me de tune ye. Ew qas wehş bûne ku û ew qas planan li ser vê yekê kirine ku encax ev wehşet bes ji teref wan kesên ku xwedî zihnîyeta siyonîst in ve dikare bê kirin. Biya min xelkê min ê Kurd ê li Tirkîyê rasterast tiştekî wisa bike. Lê mixabin hatiye kirin.  Bi wê perwerdehîya ku ji Amerîkaya emperyalîst û siyonîstan girtine vê yekê kirin."

 "Divê musebbîbên esil bên darizandin"

Yurdan di berdewama axavtina xwe de diyar ew çend kesên ku derbarê bûyerê de hatine girtin û niha jî di girtîgehê de bes çend kesên sûtal in ku hatine bikaranîn ku failên esil ên bûyeran ew kesên ku di vegera ji Amerîka de banga derketina kolanan li xelkê kirine ne ku divê ew jî muheqqeq di dozê de bên darizandin. Yurdan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Em dibêjin musebbîbên esil ên Yasîn Bor  û hevalên wî Amerîka ye. Dîsa ew kesên ku çûn Amerîka û di vegerê de banga derketina kolanan li xelkê kirin jî musebbîbên esil in. Divê ew kesên birêvebir, di doza Yasîn Boru û hevalên wî de bên darizandin. Lewra 3-5 stûlên ku hatine girtin ne musebbîbên esil in. Ez ji Xweda bo wan şehîdan rehmetê û bo malbatê wan jî ji nû ve sersaxîyê dixwazim. Navên wan birayên me li asîmanan bi herfên zêrîn hatiye nivîsandin. Silav li ser şehîdên me! Silav li ser wan kesên ku ew ji bîr nekirine! Ger em wanan jibîr bikin, bila Rebbê me canê me bistîne. Bi izna Xweda em ê ji bîr nekin."(ÎLKHA)
 



Bu haberler de ilginizi çekebilir