• DOLAR 32.788
  • EURO 35.16
  • ALTIN 2457.99
  • ...
HAMAS: Em biryara Norveç, Îrlanda û Spanyayê bi dilxweşî pêşîwazî dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

HAMAS, bang li welatên dinyayê dike ku bila Fîlîstînê wek dewlet nas bikin û bila ji îşxala sîyonîstan re dawîyê bidin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de weha hat gotin, “Em pêşwazî li ragihandina Norwêc, Îrlanda û Spanyayê dikin ku dewleta Filistînê nas dikin û em vê yekê wek gaveke girîng ji bo bicîkirina mafê xwe li ser axa xwe û avakirina dewleta xwe ya serbixwe ya Filistînê bi paytexta wê Qudsê dibînin. Em bang li welatên cîhanê dikin ku mafên me yên netewî yên rewa nas bikin, piştgirî bidin têkoşîna rizgarî û serxwebûnê ya gelê me yê Filistînê û dawî li îşxala siyonîstan a li ser axa me bînin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir