• DOLAR 32.788
  • EURO 35.16
  • ALTIN 2457.99
  • ...
"Rojame ya herî bextewar kirin roja şîn û huznê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbata Îsmaîl Balkayê ku mexdûrê daraza FETO û 28ê Sibatê ye, di girtîgehê de tê girtin û nehiştin ku beşdarî daweta xwe bi xwe jî bibe destnîşan kir ew dawata xwe bêyî zava kirin ku roja wan a herî bextewar û şad kirin roja şîn û huznê ku ew dixwazin ev zilm demildest bi dawî bibe.

Mexdûrîyeta mahkûm û malbatên Yûsufîyên ku bi kumpas û komployên daraza FETO û 28ê Sibatê  ji teref hêmanên darazê ve hatin cezakirin û ji wan re cezaya hepsa muebbet hat dayîn hêj berdewam dike.Îsmaîl Balkayê ku ev 20 sal in di girtîgehê de tê girtin bendewarê wan rojên ku dê lê edalet bê tecellîkirin. Nurten Balkaya ku daweta wê bêyî hebûna zavê hat kirin jî bendewarê wê roja ku dê zilamê wê bê berdan e.

Malbata Balka  ya ku qala wan zilmên ku di nava pêvajoyê de li wan hat kirin kir destnîşan kir bes sûcekî lawê wan heye ku ew jî dayîna dersa Qur'ana Kerîm e.

Xalê Mecîd Balkayê 65 salî diyar kir berî vê 18 salan dema ku lawê wî li leşkerîyê û ji ser çûyîna wî ya leşkerîyê bes du meh derbas bûbûn hat girtin û gelek zêde û curbecur îşkence lê hatin kirin.

Xalê Mecîd di berdewama axavtina xwe de diyar kir dema ku ew girtin anîn Wanê û îşkence lê kirin. Xalê Mecîd dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Tiştên ku ew nekiribû kirin stûyê wî. Ew jî ji ber ku gelek îşkenceyên giran lê kirin nema îdare kiriye û wan tiştên ku ew nekiribû girtiye li ser xwe.Dû re ew şandin Mûşê. Piştî ku 40 rojan li Mûşê ma re ew şandin Bedlîsê. Nêzî 2-3 salan li Bedlîsê ma û vêcar jî ew şandin Amasyayê. Hêj mehekê jî li wê derê nemabû ku ew şandin Tokatê, li wê derê jî 3-4 salan ma û dû re ew şandin Diyarbekirê."

 "Bes sûcekî lawê min hebû ku ew jî dayîna dersa Qur'anê bû"

Xalê Mecîd di berdewama axavtina xwe de diyar kir bes sûcekî lawê wî hebû ku ew jî dayîna dersa Qur'anê bû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Dersa Qur'anê dida wan zarokên taxê yên ku hejmara wan 25 bû. Lawê min dawa tu  heqî nedikir û ji cemaata camîyê re melatî dikir.  Digel millet dikir ku heq bidiyê jî ew wî heqê ku dikirin bidinê qebûl nedikir û digot ku ew bes bo riza Xwedê vê yekê dike. Dû re derbarê lawê min de gilî hat kirin û gotin ku li ser navê 'rêxistinê' dersa Qur'anê dide. Piştî van qîl û qalan min bi xwe ew taqîb dikir. Wellahî, ji dayîna dersa Qur'anê pê ve tu tiştî nedikirin. Ji elîfbetkê dest pê dikirin û dersa Qur'anê didan zarokan. Niha exlebeyên wan zarokên ku ders da wan bûne xoce û  zewicîne."

 "Di rêya hatin û çûyînê ya girtîgehê de em gelek zêde mexdûr dibin"

Xalê Mecîd di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew zilmên ku bi salan li wan tê kirin di jiyana wan de birînên ku nayên girtin vekirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Di dema pêvajoya 28ê Sibatê de him ez û him jî xanima min, em nexweş bûn. Her tim em diketin rêyan. Him nexweşîya çav û him jî ya ba bi min re peyda bûbû.Kezeba me diperite. Dema ku em diçûn hevdîtinê em gelek zêde zehmetîyan dikşînin  ku ji ber vê yekê  em nikarin biçin. Dema ku em bi wesayîtê diçûn û dihatin pîyên min diwerimîn. Bi xanima min re jî nexweşîya qelb, şekir û tansîyonê heye. Di rêya hatin û çûyînê ya girtîgehê de em gelek zêde mexdûr dibin."

 "Roja  me ya herî bextewar kirin roja şîn û huznê"

Xalê Mecîd di berdewama axavtina xwe de diyar kir roja wan a herî xweş kirine roja huzn û şînê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Lawê min niha di girtîgehê de ye û me  dawata wî berî vê salekî kir. Niha qîzeke wî heye. Nehiştin lawê min beşdarî daweta xwe bibe. Ji bo karibe beşdarî daweta xwe bibe 10-15 hezar lîre xwestin. Me ew pere nerazand, lewra derfeta me tunebû. Me bûk anî malê û mewlûd da. Dawata bê zava ji me re giran hat. Wellehî me  di dawetê de pir girîya. Min bûk bêyî hebûna zavê anî. Bo me daweta bê zava wek îşkence bû. Roja  me ya herî bextewar kirin roja şîn û huznê."           

 "Bila efû li kêrî ewladên me jî bê"

Xalê Mecîd di berdewama axavtina xwe  qala wê pêşnûmaya efûyê ya ku tê xwestin bê derxistin de nirxandinan kir û derbarê mijarê de wiha axivî: " Ew ê bi wê pêşnûmayê çi qas tiryakfiroş û kesên ji tiştên nebaş hatin girtin hebe tevekan berdin. Ew ê ev kes derkevin û dê sibe dîsa heman karî bikin.  Qet nebe ew ewladên me yên ku ji ber hesasîyetên xwe yên Îslamî hatine girtin jî bên xistin bergeha vê pêşnûmaya efûyê. Çima bo ewladên me efûyê dernaxin?  Ez ji vê derê dixwazin ji Serokomarê me re bang bikim:  Ger zarokên me ji vê efûyê fêde nebînin, wê çaxê bika ji nû ve bên darizandin, em edaletê dixwazin. Ma ewladên me çi sûc kirine?"

 "Bila dosya cardin ji ber çavan derbas bikin"

Xalê Mecîd di berdewama axavtina xwe de diyar kir bila dosyayên mehkûmên Yûsufî ji ber çavan bê derbaskirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ew hakim û dozgerê ku ceza dan lawê min ji doza FETO hatine girtin û niha di Girtîgeha Tîpa  Fyê ya Wanê de ne. Ew hakim ji 'teror'ê hat girtin, lê hûn zarokên me serbest bernadin. Wezareta Edaletê baş dizane ka kî sûcdar e û kî ne sûcdar e. Ez ji Wezareta Edaletê rica dikim, bila ew wan dosyayan ji ber çavan derbas bikin."

 "Em dixwazin ku rayedar ji halê me re çareyekê bibînin"

Nurten Balkaya ku xanima Îsmaîl Balkayî ye jî derbarê mexdûrîyeta zilamê xwe de diyar kir zilamê wî yê Yûsufî çendîn caran hatiye sirgûnkirin û ji ber ku di daweta wan de nikaribû beşdarî daweta xwe bibe ew him bextewar û him jî mehzûn û dilkovan bû.

Nurten Xanim di axavtina xwe ya ku derbarê mijarê de kir de diyar kir wê ew pêvajoya girtina wî nedîtîye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Hêj salek çêbû ku em zewicîne. Bi qasî min ji malbatê bihîst ew gelek zêde êş û elem kişandine. Mêrê min ji sala 2000î vir ve di girtîgehê de ye. Hema hema vaye 19 salên wî çêbû ku di girtîgehê de ye. Ew gelek caran hatiye sirgûnkirin li girtîgehên din ku ji ber vê yekê malbata wî dema ku çûye ziyareta wî di rê de qeza kirine. Roja daweta me him şahî û him jî huzn hebû. Lewra mêrê min ne li ba min bû. Min dixwast ku li ba min bana. Berî ku em bizewicin teşebûsa darbê ya 15ê Tîrmehê çêbû. Piştî wê Serokomar got ' Însanên ku ev 15 sal in bêsûc û belesebeb di girtîgehê de tên girtin hene.' Dema ku vê yekê got, em hêvîdar bûn ku tiştiin bên kirin. Min ji xwe re înşallah di dawata me de li ba min be. Di dema dergistîbûnê de, di dema dawatê de û di dema ku qîza min hat dinyayê de nehiştin li ba min be. Her tim hêvîyeke me hebû, lê her ku diçe ew hêvî ji holê radibe. Em teleb dikin ku rayedar êdî ji halê me re çareyekê bibînin. Di rojevê de meseleyeke 'efû'yê heye. Em dixwazin ku ew jî bên xistin bergeha vê efûyê. Qîza min li ba min e, lê bavê wê ne li balê ye. Ev yek birînên kûr di hinava me de vedike. Ez her tim ji xwe re me re dibêjin; xwezî ew jî li ba me bana, bûba şirîkê derd û kêfa me. Ger tiştek bi me bê dê aqûbeta vê qîzê çawa be."

 "Muameleyan sêwîyan li me camîayên Îslamî tê kirin"

Balka di berdewama axavtina xwe de diyar kir rewşa ku qala wê tê kirin ji Tirkîyê pê ve tu welatên nayê dîtin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Kesê ku ceza dide û kesê ku ceza distînê jî sûcdar e. Ev rewşeke pir ebes e. Her du jî nikarin sûcdar bin. Yek ji van sûcdar û yê din jî ne sûcdar e. Ev hakim û dozgerên ku ceza dan Yûsufîyan wek terorîst hatin hesinbandin. Ev jî tê wê maneyê ku kesên ku ji teref van hakim û dozgeran ve ceza ji wan re hatine dayîn ne terorîst û sûcdar in. Êdî divê ev kesên ku hatine mexdûrkirin bên berdan. Nakokî û lihevnekirineke wisa di holê de heye. Însan şaş dimîne û ji xwe dipirse, gelo tiştekî wisa mimkûn e?  Biya min ji bilî dewleta me li tu dewletên din tiştekî wisa tune ye. Muameleyan sêwîyan li me camîayên Îslamî tê kirin. Dema ku ev tiştên wisa kêrî me nayên em ji xwe re dibêjin; gelo dewlet me wek welatîyê xwe qebûl nake? Hakim û dozgerên FETO, ceza dan temamê Yûsufîyan. Bi ferman û birîfîngên ku hatine ji wan re bi zorê ceza dane wan. Di halê asayî de divîyabû cezayên wan bên betalkirin. Êdî sebra me jî namîne."

 "Ev bû 20 sal ku lawê min girtî ye"

Dê Henîfe Balka jî derbarê neheqîya ku li lawê wê tê kirin de diyar kir " Lawê min ev bû 20 sal ku di girtîgehê de ye û em di rêyan de diçin û tên. Ew sirgûnî Tokat, Amasya, Bedlîs, Bîngol û Wanê kirin. Ji ber hatin û çûyîna di rêyan de ez jî bavê Îsmaîlî jî pêkve perîşan bûn. Qanûnek derxistin û gotin wan bizewicînin. Me ew zewicand, lê dîsa bernedan. Efû tê derxistin, lê ne ji bo ewladên me. Gelo sûcê wan çi ye ku nakeve nava wê efû ye? Sûcên wan çûyîna camîyê û li wê derê dayîna dersa Qur'anê ye. Tu tiştekî din nekirine. Dema ku li leşkerîyê bû hat girtin. Wî jî me jî mexdûr kirin."

 "Ger sûcê wan hebe bibêjin"

Dê Balka di dawîya axavtina xwe de bang li serokomar kir û wiha axivî: "Ez ji Recep Tayyîp Erdogan re bang dikim: Ew kesên ku ceza dan lawê min hatin girtin. Ger sûcê lawê min hebe bibêjin. Qîza wî çêbûye, em di van rîyan de perîşan bûn. Êdî qeweta me bo çûyîn û hatina girtîgehê nema. Me du caran di rê de qeza kir. Ez û bavê wî, xanima wî tevde mexdûr in. Em jî însan in, em jî welatî ne. Em ji dewletên din nehatin vê derê ku vê zilmê ji me re rewa dibînin. Wan kesên din berdidin. Lawên me tiştekî xirab û nebaş nekirine. Îslamîyet tiştekî xweş e, ne tiştekî xirab e. Em dixwazin ku lawê me ji vê efûyê sûdê werbigre û wekî din tiştekî din naxwazin."(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir