"Em rakirina sepana mulaqatê nafikirin"
Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Îsmet Yilmazdi warê standina mamosteyên bi hevpeyman de diyar kir 'Em rakirina sepana mulaqatê nafikirin.'
Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Îsmet Yilmaz ê ku ji bo ziyaretinan çûbû Sîwasê di derheqê sepana mamosteyên bi hevpeyman de ji endamên çapemeniyê re daxuyanî da.
Endamên çapemeniyê di civîna ku hat lidarxistin de di bîra Yilmazî xistin ku tê gotin ew ê di standina mamosteyên bi hevpeyman de dê sepana mulaqatê bê rakirin. Îsmet Yilmaz ji ber vê yekê di derbarê mijarê de wiha axivî: “Weke hûn jî dizanin ji teref Wezareta Tenduristiyê ve jî sepana standina personelên bi hevpeyman hat destpêkirin. Ji ber vê yekê em tiştekî wisa nafikirin. Talîmata Serokwezîrtiyê heye, ew ê sepana mamosteyiya bi hevpeyman berdewam bike.”(ÎLKHA)